TJA'yê li Stenbolê starta 8'ê Adarê da

  • 15:11 28 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - TJA û Meclîsên HDK û DEM Partiyê li Fatihê starta 8'ê Adarê dan û gotin:"Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, em 8’ê Adarê dîsa di binê siya şer, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de, lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalar pêşwazî dikin."
 
TJA û Meclîsên HDK û DEM Partiyê bi tevlibûna namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş bi dirûşma "Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" li ber avahiya navçeya Fatihê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê start dan. 
 
Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe","Jin jiyan azadî", "Dê tecrîd têk biçe azadî bi ser bikeve" hatin berzkirin. Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Meltem ozel metna daxuyaniyê bi kurdî xwend. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di vê demê de ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, beriya her tiştî, em silavên xwe li hemû jinan dikin ku li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinan dimeşînin. Em jinên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku dê bîranîna wan rêya me ronî bike. Bi hêza ku me ji hezaran jinên pêşeng ên wek Rozayan, Sarayan, Evînan, Zelalan wergirtiye, di 8’ê Adara îsal de jî em ê dîsa li qadan, kuçeyan û meydanan bin.
 
Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, em 8’ê Adarê dîsa di binê siya şer, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de, lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalar pêşwazî dikin.
 
Di sedsala 21’emîn de ku têkoşîna zayendî bûye qada têkoşînê ya bingehîn, jin li malan, li kuçeyan, li kargehan û li tevhiya qadên jiyanê xwedî li azadiya xwe, mafên xwe, nirxên xwe û keda xwe derdikevin û destkeftiyên xwe yên ku bûne hedefa êrişên hişmendiya mêrsalar diparêzin. Di vê serdemê de ku tundiya li hemberî jinan zêdetir dibe, kuştina jinan vediguhere qirkirinê û di heman demê de tê xwestin ku gelek destkeftiyên jinan careke din bên desteserkirin, em dizanin ku berxwedana jinan di pêvajoya li pêşiya me de diyarker e. Şerên piraliyî yên ku di serî de li Rojava, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn tên meşandin, di bingeha xwe de li dijî nirx û afrîneriyên cewherî yên jinan in. Şerê ku dijminatiya jinan ji xwe re dike çavkanî, herî zêde jî jinên kurd ji xwe re dike armanc. Yên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinan ên wekî Nagîhan Akarselê li Silêmaniyê, Evîn Goyîyê li Parîsê û Firyal Silêman Xalid li Kerkukê qetil kirine divê bizanibin ku têkoşîna azadiya jinan dê teqez bi ser bikeve!
 
Bi “polîtîkayên şerê taybet” ên ku li Kurdistanê wek polîtîkayên dewletê tên afirandin, ev tundî û qetliam gihîştine asteke cuda ya gelekî girîng. Remziye Apaydin, Denîz Poyraz, Fîrdevs Babat, Sakîne Kultur bi tenê çend jin in ji dehan jinên ku di encama van polîtîkayên şerê taybet ên ku bi destê dewletê tên sepandin jiyana xwe ji dest dane. Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma ve li hemberî jinên kurd ên ciwan; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên sepandin. Di heman demê de di tevahiya saziyan de û di tevahiya qadên jiyanê de “mêrbûn” tê vejandin û koletî li jinan tê ferzkirin. Sîxurkirin, madeyên hişbir û fuhûş wek amûrên şerê bîrdoziyî tên bikaranîn û aliyekî din ê van polîtîkayan jî destdirêjî jî di nav de hemû cureyên îstîsmara zarokan e. Em vê hişmendiya mîlîtarîst a ku beden, ziman, çand, nasname û bi kurtasî hebûna jinên kurd ji xwe re dike armanc, nepejirînin!
 
Em ji Musa Orhanan, Onur Genceran, Îbrahîm Barkinan pir baş pê dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi vegotinên cudaker, bi efûyên ku di binê navê sererastkirina înfazan de tênê derxistin, kujer û kiryarên tundiyê ji aliyê vê pergalê ve çawa tên parastin! Em hevkarên wan kesan baş nas dikin ku hêza dewletê li pişta wan e, zirxê xwe yê “polîtîkaya bêcezahiştinê” li xwe kirine, dizanin dê tu tiştek bi wan neyê û bi tu awayî dev ji kiryarbûnê bernadin!
 
 
Qeyrana aborî ya ku hêzên kapîtalîst û modernîst afirandine û her roj hinekî din kûrtir dibe, her ku diçe domdartir dibe. Çavkaniyên ku malê civakê ne dikin xizmeta komeke elîtan û xizanî û nangiraniyê ji gel re rewa dibînin. Li palûkeyan, zeviyan, kargehan, li tevahiya qadên giştî jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û rûberî mêtingerî û tundiyeke giran dibe. Di vê çarçoveyê de, em wek TJA di wê baweriyê de ne ku bi 8’ê Adarê têkoşîna kedê ya rêxistinbûyî ya hevpar a jinan dê bigihîje xwediyê wateyeke nû. Li hemberî van polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin û li dijî gel in em ê civakê biparêzin, berxwedanê geş bikin.
 
Ji aliyê mekanîzmayên darazê yên ku di destê desthilatdariyê de bûne amûr ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û zindanîkirin. TJA jî bi awayekî bi pergal û gelek caran rûberî tundiya darazê bûye. Sepanên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dermirovî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî dûmahîka van polîtîkayan in. Wek TJA, Meclîsa Jinan a Partiya DEMê û Meclîsa Jinan a HDKê, em careke din dibêjin ku em ê xwedî li nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin.
 
Di vê sala borî de, di erdheja 6’ê Reşemiyê de ku di encama polîtîkayên rantxurî û talanê ya pergala dewletperest a mêrsalar de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê veguherî hilweşîneke mezin bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, birîndar bûn û bêmal man. Her çi qasî ji bo tevahiya civakê bandoreke hilweşîner a erdhejê çêbûbe jî, ji bo jinan û zarokan rewş gelekî xerabtir bû. Desthilatdariya ku bû sedema tevahiya vê hilweşînê, erdhej jî veguherand derfeteke ku pê bikare desthilatdariya xwe bidomîne. Wargehên kurdan û elewiyan ji nû ve dagir kir, demografî guherand, erdnîgariya me bêmirov hîşt, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dane terîqetên olperest û çeteyan û ew rûberî îstîsmarê kirin. Bi vî awayî, hilweşîn girantir bû, desthilatê polîtîkayên xwe yên dijberî xwezayê domandin û talankirina avê, axê, daristanan û tevahiya qadên jiyanê domand. Wek TJA, Meclîsa Jinan a Partiya DEMê û Meclîsa Jinan a HDKê em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe, xwezaya xwe û tevahiya qadên xwe yên jiyanê biparêzin.
 
Zimanê me yê dayikê û nasnameya me tên înkarkirin û bi plîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakî tê tunekirin. Wek TJA, Meclîsa Jinan a Partiya DEMê û Meclîsa Jinan a HDKê, ji bo zindîkirina zimanê xwe yê zikmakî, çanda xwe û nasnameya xwe, di serî de jinên kurd, em bangê li tevahiya civakê dikin ku bi me re tê bikoşin û di serî de kurdî ji bo ku hemû ziman bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên naskirin, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin.
 
 
Di vê 8’ê Adarê de, bi ezmûnên xwe yên ku me ji dîrokê palavtine, em amade ne ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di avakirina bajarên ku azadiya jinan diparêzin de gelekî girîng in. Me berendamên xwe bi pêşhilbijartineke ku gelek kes beşdar bûnê û bi rêbaza lihevkirina bajêr diyar kirin û me careke din derxist holê ku demokrasiya xwecihî encax bi civakê re bi pêş dikeve. Em bi biryar in ku em hişmendiya ku tevahiya qadên civakê di destekî de kom dike, zêde navendî ye û “rêveberiyên xwecihî wek qadên xwezayî yên hişmendiya mêrsalar” dibîne veguherînin. Bi hêza jinan a di qadên xwecihî de guherîner û veguherîner em ê siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin. Em bi biryar in ku bi hevserokatî û nûneriya wekhev, di tevahiya qadên jiyanê de em vîna jinê hêzdartir bikin û hişmendiya rêveberiyên xwecihî yên demokratîk li civakê belav bikin. Em bi ser ketin, me bi dest xist. Niha dem ew dem e ku em serkeftina xwe û destkeftiyên xwe careke din geştir bikin. Rabe; Dem Dema Azadiya Jinan e!
 
Ev rewşa civakê ya ku di nava qeyranên piralî de maye, encama rejîma tecrîdê ye ku li Îmraliyê tê sepandin. Her ku rejîma tecrîdê ya li hemberî Rêzdar Ocalan kûrtir dibe, di serî de jin, tevahiya civakê bi heman awayî dikeve binê pêkûtiyê. Di 8’ê Adara îsal de jî, em careke din dibêjin ku, di serî de çareseriya kêşeya kurd a demokratîk û aştiyane, muxatabê bingehîn ê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî Rêzdar Ocalan e û em careke din dibêjin ku divê demildest bi wî re hevdîtin bê çêkirin. Li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, paradîgmaya civaka “demokratîk, xwezaparêz û azadiya jinan” a ku Rêzdar Ocalan bi pêş xistiye, gavê herî girîng ê wê rêyê ye ku ber bi jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ve diçe. Tekane rêya sepandina vê paradîgmayê jî ew e ku bê şert û merc pêkanîna azadiya fizîkî ya cenabê wî ye.
 
Di vê çarçoveyê de, Nobetên Edaletê yên ku bi armanca piştgirîdana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û şikênandina tecrîda li Îmraliyê, li gelek bajaran hatine destpêkirin, em wan nobetan silav dikin û em careke din bangê li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku daxwazên wan demildest bînin cih."
 
Di 8’ê Adara 2024’an de ku me dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” veguherand eniya berxwedanê, em careke din banga xwe di serî de jinên kurd û pê re jî li tevahiya jinan dikin ku li hemberî faşîzmê û mêrsalariyê, piştgiriyê bidin berxwedanê û wê geş bikin. Bi hêza ku em ji vê bangê digirin, em 8’ê Adarê, roja têkoşînê ya tevahiya jinan, pîroz dikin. "