‘Mirinên biguman yek ji pirsgirêka herî mezin e’

  • 09:04 26 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Endama Lijneya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfin Polat der barê mirinên biguman û tundiya li ser jinan a Kurdistanê zêde bûye axivî û got di 2023’an de 170 mirinên biguman ên jinan hatine jiyîn.
 
Endama Lijneya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Berfin Polat, der barê mirinên biguman ên li Kurdsitanê her diçin zêde dibin de axivî û her wiha bal kişand ser daneyên Bîanetê yên sala 2023’an.
 
Berfînê da zanîn ku tûndiya li ser jinan gihiştiye asta qirkirinê û wiha got: “Tûndî û qetikirina li ser jinan yek ji pirsgirêka herî mezin li pêş me ye. Pergal xwe hertim nû dike û li pêş me disekine. Polîtîkayên bêcezahiştinê, partîka darazê, çekdariya şexsî, xizanî, zimanê nefrete, zimanê hedef digire, nebûna mekanîzmayan, pêknehatine mekanîzmayan, hedefgirtina mafên jinan û polîtîkayên li dijî têkoşîna jinan. Ev hemû  sedemên wê ne.”
 
‘Gumanbar tên xelatkirin’
 
Berfîhê diyar kir ku li Kurdistanê polîkayên şerê taybet tên meşandin û li herêmê leşker û polîsên sûcên li dijî jinan dikin bê ceza tên hiştin û got: “Ji ser leşker û polîsan mixabin polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û ev sûc gihiştine astek cidî. Beden, nasname û hebûna jinê hedef tê girtin. Gumanbar bi bêcezahiştinê jî tên xelatkirin. Ji bo van gumanbaran tû ceza nayê dayîn  an jî bi cezayên biçûk ên wekî  wan xelat dikin tên cezakirin.”
 
Mirinên biguman nayên dîtin
 
Berfînê her wiha der barê mirinên biguman ên  jinan de jî ev nirxandin kir: “Mirinên biguman yên jinan di esasê de aliyê tûndî û qetilkirina jinan ya nayê dîtinê ye. Ji bo têgeha mirinên biguman yên jinan li vî welatî têkoşîn hat dayîn. Di çapemeniya civakî de di çapemenî û ajansa de ji bo hemûyan dibêjin întîxar, qeza kir, jehrî bû, ji jor de ket, ji şaneşînê de xwe avêt. Dewlet bi zanebûn hemû daneyan vedişêre. Em îro li daneyên Bîanetê binêrin di 8 mehên ewil yên 2023’an de 170 mirinên biguman hene. Li gorî sala 2021-2022’an di du salan de ev hejmar pir zêde bûye. lê mirinên biguman ji nedîtîve tên. Ji bo girtina gumanbaran berteka rayagiştî, saziyên jinan tûnebe ev guman nayên girtin.”
 
‘Lêkolîna mirina bi gûman a jinan bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin’
 
Berfînê destnîşan kir ku ger bertekên rayagiştî tûnebin dosya tên girtin û dosya Şule Çet yek ji mînakên girîng a van dosyayan e û wiha dirêjî daye: “Ji ber vê bertekên rayagiştî li dijî mirinên biguman gelek girîgin. Ji bo lêkolînkirina mirinên jinan pêşnûme tên dayîn lê mixabin ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên redkirin. Li Tirkiyeyê 2-3 salan carê qanûna efûyê tê derxistin, sûcdarên tecawizîê û kujerên jinan tên berdan. Ev jî cesarete dide gumanbaran.  Lê tevî her tiştî em bi hêvî ne û têkoşîna jinan a li dijî tûndiyê wê bidome.”