Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter hatin dayîn

  • 23:43 22 Îlon 2023
  • Rojane
STENBOL-Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, li Kadikoyê bi merasîmeke ku Rojnameya Yenî Yaşamê organize kir hatin dayîn.
 
30’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku her sal ji bo bîranîna Musa Anter di 20’ê îlonê de tên dayîn, pêk hat. Merasîm li Daîreya Zewicandinê ya Şaredariya Kadikoy pêk hat. Di beşa ‘Nûçeyên Tirkî’, ‘Nûçeyên Kurdî’, ‘Wêne’, ‘Karîkator’, ‘Bîranîna Gurbetelî Ersoz’, ‘Nûçegîhaniya Jinê’ de xelat hatin dayîn.
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Parlementerên Partiya Çep a Kesk Sirri Sureyya Onder, Ayşegul Dogan û Çîçek Otlû, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayik û Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şehîdên Çapemeniyê, kurê Mûsa Anter nivîskar û rojnamevan Dîcle Anter û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayînê bûn. Li hêwana merasîmê wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên hatine qetilkirin û pankarta "Rastî dê di tariyê de nemînin" hatin daliqandin. 
 
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ewilî Hevberdevkê HDK'ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek axivî. Cengîz ku got "Çapemeniya Azad dengê serîhildan û heqîqetê ye" bang li her kesî kir ku piştevanê çapemeniya azad bin û rojnamevanên girtî silav kir.
 
Cengîz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku gotinên rojnamevan Mervan Yanardag ên der barê tecrîda li Îmraliyê de bibîr xistin û got: "Yanardag ji be rku bal kişand ser rastiyekê hat girtin. Çapemeniya Azad di heman demê dibêje gere em li cem rastiyê bin. Her wiha Çapemeniya Azad li dijî kesên ku li hember tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin jî, xwedî roleke teşhîrker e. Lewma bû nefereke çavnetirs ê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd."
 
Paşê bi dorê edîtora Kovara Jînê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, Parlementerê Partiya Çep a Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû axivîn. Piştî axaftinan ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Baran Bozyel çû ser dikê.
 
Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dîkê. Piştî vê xelat dayîn dayîn.
 
Bi nûçeya ‘Fermandarê rêxistina Ahraruş Şarkiyeyê ji Zanîngeha Artukliyê derçûye’ ya di Biyanetê de hatibû weşandin xelta yekemîn a nûçegîhaniyê dan Ferîd Demîrel.Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin Rezzan Sarica xelata Ferîd Demîrel da.
 
Piştre di beşa nûçegîhaniya Tirkî de xelat hêjayî nûçeya ‘Ez li Rojhilat Îranê me: Hêviya Îranek nû’ hêjayê edîtorê MA Abdurrahman Gok hat dîtin. Li ser navê Abdurrahman Gok, Midûra Karê Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever xelat ji dayika şehîda çapemeniyê Nesrîn Teke, Nezahat Teke girt.Dîrenê peyama ku Abdurrahman Gok şandibû xwend.
 
Ji Yeşîl Gazate Metîn Yoksu bi nûçeya xwe ya ‘Piştî Şirnexê Sêrt: Bi daxwaza cendermeyan di 6 mehande herî kêm 60 km qad daristan hat tunekirin’ Xelata Taybet a Juriyê girt. Xelat endama ÎHD MYK’ê Nuray Çevîrmen da.
 
Ji Yeşîl Gazete Dîlan Pamuk bi nûçeya xwe ya ‘Li Yataxan li ser sûc:Şirket biryaraya hatiye dayîn ji nedîtî ve tê’ Xelata Taybet a Juriyê girt. Nûçegîhana JINNEWS’ê Marta Somek xelat da.
 
Ji rojnameya Bîrgun Îsmaîl Ari bi nûçeya xwe ya ‘Gel jehrî kirine’ xelata Taybet a Juriyê  ji destê rojnameger Alî Duran Topuz girt.
 
Ji bo rojnameger Nazîla Maroufîan ku bi bavê Jîna Emînî re roportaj kiribû, xelata Nûçegîhaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz hat dayîn. Li ser navê Nazîla, Mojtaba Hosseînî xelat girt.
 
Erhan Yaşar Babalik di beşa karîkatorê de xelata yekemînbûnê girt.
 
Ardil Batmaz di baskê wêneyan de bi sernavê ‘Destê Dewletê’ xelata yekemînbûnê girt. Di Beşa Xelata Taybet a Juriyê ya Baskê Wêneyan de xelat ji bo Sedat Suna hat dayîn. Di beşa  wêneyan de duyemîn Xelata Taybet a Juriyê ji bo Efekan Akyuz hat dayîn.
 
Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevaniya Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER) bi dosya derbarê faliyetên xwe de  hêjayê xelata Rûmetê hat dîtin. 
 
Merasîma xelatê bi wêneyên ku bi komî hat kişandin, bidawî bû.