Li Cizîrê bandora polîtîkayên şerê taybet: Li dijî şer yekitî divê

  • 09:07 21 Îlon 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger 
 
ŞIRNEX - Jinan der barê polîtîkayên şerê taybet ên li Cizîrê de nirxandin kirin û gotin: "Kurd hedef têngirtin. Dixwazin tune bikin. Dixwazin zimanê me, mafên me tune bikin. Heta ku îxanetkar nav me de bin wê wisa bidome.”
 
Yek ji cihên ku potîkayên şerê taybet pir alî lê tê meşandin Cizîr a Şirnexê ye. Di 14’ê kanûna 2015’an de qedexe hatin îlankirin û heta 2’yê Adara 2016’an bi giştî 79 rojan qedexeya derketina derve berdewam kir. Di dema qedexeyê de di sê bodrumên cuda de 177 kes bi giştî 288 kes li Cizîrê hatibû qedetilkirin. Piştî van êrişan Cizîr her tim hedef hat girtin û ji bo guhertina demografik û çandî jî  gelek polîtîka pêk hatin. Ji destdirêjî heta tacîz, ji îstîsmara zarokan heta kuştina jinan, ji sîxuriyê heta ji rêderxistinê polîtîkayên şerê taybet li Cizîrê tên meşandin. Li kolanên Cizîrê bandora polîtîkayên şerê taybet pir aşkera tê dîtin. Jinên li kolanê ji mîkfronên me re axivîn aliyên polîtîkaya şer vedibêjin.
 
'Zarokên keç di bin zextan de ne'
 
Şîlan Aybî ku karkek ciwan e derbarê mijarê de wiha dibêje: “Zarokên keç di bin zextan de ne. Em azad nayê mezinkirin. Kurdbûn, di malbatek kurd e jiyan xweş e. Tenê pirsgirêka me sînorkirin û astengîne. Ev der cihekî biçûke. Mirov ji tiştan zû bandor dibin. Zarokên keç zûtir tên xapandin. Li vir bûyerên destdirêjî û îstîsmarê tên jiyîn. Bi şev wesayît li kolanan digerin. Dixwazin jinan bigirin wesayîtan. Divê her jin xwe biparêze bibe xwedî hişmendiyê.”
 
Bila aştî pêk bê
 
Fehîme Topçu jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Em her roj dua dikin ku aştî pêk bê. Em ji bo girtiyan dua dikin. Em xizanin nikarin alîkarî bidin wan. Xizmekî min 35 sal e girtiye. Tahliyekirina wî her tim taloq dikin. Em xemgînin lê tiştek ji destê me nayê. Daxwaza me eve ku aştî pêk bê.
 
‘Divê jin bêdeng nemînin’
 
Xwendekar Fatma Okuşluk, da zanîn ku mirov nikarin di rê de bimeşe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez ji kahwexaneyan aciz dibim. Ez  neçar dimînim riya xwe biguherim. Nêrîna mêran min aciz dike. Li vir ji ber bûyerên tên jiyîn hinek tişt tên veşartin. Ev ne rast e. Divê jin di rewşên tacîz û destdirêjiyê de bêdeng nemînin û gilî bikin. Divê jin bêdeng nemînin. Her wiha divê em li dijî girtîgehan bedeng nemînin. Li girtîgehan her tişt bi destê dewletê tê kirin. Tundî çareseriyê nayne."
 
Bûyerên destdirêjiyê tên normalkirin
 
Kedkara malê ya ciwan Sîbel Kuçkun, daxuyand ku li Colemêrgê bûyerên destdirêjiyê hatin jiyîn, êdî malbat ditirsin ku zarokên xwe bişînin zanîngehê jî û wiha bi lêv kir: "Em li cihên din newêrin bêjin ku em kurd in. Ji ber em tên qetilkirin. Em newêrin zarokên xwe bişînin kolanê jî. Baweriya me tuneye. Ev êdî normal tên dîtin. Lê divê normal neyên dîtin. Destdirêjiyê normal dikin. Divê em li dijî vê rabin ser piyan. Ji aliyê polîsan bûyerên wisa pir pêk tên. Divê em normalbûna van bûyeran qebûl nekin û bertek nîşan bidin."
 
Êriş didomin 
 
Kedkara malê Emîne Karatay da zanîn ku di bin îşkenceyê de dijîn û wiha axivî: "Zarokên me ji bo xebatê diçin Iraqê. Şevek berê di nokteya leşkerî de li Sîlopiyê dîl girtibûn. Ji kaçaxvaniyê binçavkirin û girtin. Kurê min hîna ne 18 salî ye. Leşker êrişê me dikin. Me rehet bernadin. Nahêlin em li mala xwe jî rehet bikin."
 
'Cizîr ji bêxwedîtiyê hat vê rewşê'
 
Emîne Dalmiş, wiha behsa rewşa Cizîrê kir: "Li Cizîrê her tişt heye. Mirin, qetikirin, destdirêjî. Her tişt heye. Cizîra me bêxwedî ma. Her kes serî ditewîne. Her kes li gorî xwe tevdigere. Polîs me nerehet dike. Gaza îsotê davêjin me. Her tişt li vir tê jiyîn. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike."
 
'Li dijî tunekirinê divê em bibin yek'
 
Kedkara malê Zeynep Yildirim, wiha behsa bandora tecrîdê ya li ser civakê kir: "Em bê xwedî ne. Serokatiya me girtiye. Ji ber vê em van dijîn. Neheqî li me tê kirin. Serokatiya me îradeya me ye. Em kurd hedef tên girtin. Hewl didin me tune bikin. Zimanê me mafê me tune bikin. Hebûna me înkar dikin. Li dijî vê divê em bibin yek."
 
'Ez Barzanî lanet dikim'
 
Esmer Tunç, nêrînên xwe anî ziman û wiha bal kişand ser têkoşînê: "Du roj berê salvegera qetilkirina Jîna Emînî bû. Li ser jin û kurdan zext pir zêde ne. Em xwişkên Jîna, Berîtan, Zîlanê ne. Em dayikên ku kezeba wan şewitî ne. Ev zilm wê heta ku derê bidome. Em jî dixwazin wek mirov bijîn. Bila kezeba dayikan neşewite. Zarokên me çi kirine. Tiştekî xerab nekirine, dizî nekirine. Zarokên me digirin û cezayê muebetê didinê. Ez Barzanî lanet dikim. Bila ji xwe re nebêje ez kurd im. Kurdistanê teslîmê Erdogan dike. Barzanîn bertîlê dixwe û hevalê Erdogane."