‘Li hemberî dijhiqûqiyê wê têkoşîna me bidome’

  • 09:04 21 Îlon 2023
  • Rojane
 
Zelal Tûnç
 
WAN - Sekretera Nûneriya THÎV a Wanê Sevîm Çîçek ku bi hinceta ‘qedexeyên bernameyan’ ya walîtiya bajar tevli daxuyaniyê bibû û piştî mudaxaleya polîsa hatibû darizandin, berat kir. Sevîmê da zanîn ku li hemberî dijhiqûqiyê wê têkoşîn bidome. 
 
Li Tirkiye û Kurdistanê di 2016’an de piştî îlankirina OHAL’ê  Amîrên Mulkî û polîs bi awayekî kêfî ‘meş, çalaki û xwepêşendan’  asteng û qedekirin. Kesên ev mafên xwe bikaranîn jî bi dozan re hatin rû hev. Ji aliyê Waliyan ve 6 salan bêyî hincet qedexe hatin danîn û li kolanên ku destûr dan jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
 
Sekretera Nûneriya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Sevîm Çîçek der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Sevîmê da zanîn ku rewşa wek sûc hatiye pêşkêşkirin û bûye sedema darizandinê, di esasê de bikaranîna mafê destûra bingehîne û wiha dirêjî daye: “Li Tirkiyeyê pêkanîneke ku wek vê tûneye di dewrê de ye. Li Wanê di 6 salan de tevî bi dehan carî walî guherî jî wek kevneşopiyekê biryara qedexeyê berdewam kir. Bi van biryarên qedexeyên yên hatin girtin welatiyan nikaribûn tû mafên xwe yên demokratîk bikar tînin. Destur nedidan ku mafên daxuyanî û rêxistibûnê pêk bên. Ev biryara qedexeyê ne ji bo her kesî ji bo hinekan dihat bikaranîn. Yên rexne dikin, yên muxalefet bûn û nûnerên partiyên siyasî 6 salan nikaribûn bernameyan pêk bînin. Lê desthilatdariyê der barê xebata xwe de tu astengî nedikir.”
 
‘Ev pêkanînek kêfî ye’
 
Sevîmê her wiha destnîşan kir ku mîlyonek û nîv welatî ev 6 sale nikare ji mafên xwe yên herî esas fêdeyê bigirin û rewşek wisa li Tirkiyeyê nehatiye dîtin. Sevîmê ev tişt bi lêv kir: “Yekitiya odeya Tabîbên Tirkiyeyê (TTOB) li seranserê cîhanê wê daxuyanî bida. Ji bo hevpîşeyekî ku jiyana xwe ji dest dabû wê daxuyanî bidana. Lê li Wanê destûr nedan. Kesên hatin binçavkirin hebûn. Daxuyanî hat astengkirin. Tenê li Wanê bi awayekî kêfî hat astengkirin.”
 
‘Em li dijî dijhiqûqiyê têdikoşin’
 
Sevînê diyar kir ku li dijî binçavkirinan xwestine çalakiyekê pêk bînin lê ev jî hatiye astengkirin û mudaxaleyê wan kirine û ew bi derbkirinê binçavkirine. Sevîmê wiha domand: “Piştî binçavkirinê doz li me vekirin. Em tevli hemû runiştinan bûn. Ev doz ji me girîng bû. Ji ber me tû sûc nekiribû. Me mafê xwe yê meşe bikar anîbû. Rêxistinên hiqûq, STK û rêxistinên demokratîk piştgirî dan me. Dereng be jî biryareke ku dibêje li dijî hiqûqiyê ye hatiye dayîn. Ev girîng e.”
 
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoya dawî de her derê welat veguheriye îşkencexaneyê. Daraz jî ji ber serbixwe tevnagere, pêkanînên kêfî yên li welat  didomin.”