Dayikên Aştiyê bang li Barzanî kirin: Vê komkujiyê bidin sekinandin

  • 09:12 20 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Oznur Deger 
 
ŞIRNEX - Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên PDK'ê ya li başûrê Kurdistanê didomin. Endamên Dayikên Aştiyê diyar kirin ku naxwazin komkujiyek din pêk bê û gotin: "Dewleta Tirk kurdan tîne li hember hev. Em wek Dayikên Aştiyê dê li dijî şer bibin mertal."
 
Li hemberî PDK’ê ku li başûrê Kurdistanê li dijî HGP’ê di amadekariya êrişê de ye, bertek didomin. Di 18’ê îlonê de li hember Avahiya Nûneriya KNK’ê ya Hewlêrê êrişa çekdarî pêk hat û nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul hat qetilkirin. Musteşarê berê yê MÎT’ê û wezîrê karê derve Hakan Fîdan di 22-24’ê Tebaxê de çû serda Herêma Federal a Kurdistanê û piştî vê êrişan destpê kir. Ji bo ev êriş bên rawestîn, li Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelek çalaki pêk hatin û bang li malbata Barzanî hat kirin ku ev ‘komkujiya xwişk û bira’ bê rawestandin.
 
Li ser geşedanên piştî serdana Hakan Fîdan pêk hatin, bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyanî hatin dayîn û aktîvîstê TJA, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivil û partiyên siyasî tevli bûn. Li Sîlopî, Stenbol, Mersîn, Îzmîr, û Geverê çalakî pêk hatin û polîsan êrîş kirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Cizîrê Aynur Elçîoglu û Sidika Erden yên li sînorê herêma federal a Kurditanê li bajaroka Tilqebîn ji bo ji êrişan re bêjin bes e tevli çalakiyê bûn, bang li Barzanî kirin ku şer rawestînin.
 
‘Em naxwazin komkujî pêk bê’
 
Dayika Aştiyê Aynur Elçîoglu da zanîn ku ew wek dayik şer naxwazin û ji bo aştiyê têdikoşin û wiha got: “Em zarok bûn nav şerde bûn hîna jî di nav şer de ne. PDK li şûna şer rawestîne gûr dike. Ez KDP’ê şermezar dikim. Divê em gel bibin yek û li dijî şer bibin mertal. Êdî bes e. Em şer naxwazin. Mirov ji ber zilmê neçar man koç bikin. Em wekheviyê dixwazin. Em zimanê xwe dixwqazin. Bila xwîn nerêje. Zarokên me ji ber zilmê çûn çiya. Gelo wê ev wisa bidome.”
 
‘Em ji bo aştiyê bûn mertal’
 
Aynurê banga yekitiya neteweyî kir û wiha domand: “Bi tifaqê ev şer dikare raweste. Ez wek dayikekê tevli çalakiyê bûm ku PDK şer rawestîne. Em li wir bimrin jî em bê girtin jî em neçarin vê bikin. Êdî bes e. Bila ev şer raweste. Bila xwîn raweste. Em ê heta kengê li dijî mirinê bêdeng bimînin. Her kesî axa xwe terk kir. Gelê li dewlet û bajarên din cih nabînin. Divê ji ber vê vegerin ser axa xwe. Bila ev şer raweste. Em li dijî şer bûn mertal.”
 
‘Ji bo şer raweste me çalakî pêk anî’
Dayika Aştiyê Sidika Eren jî bi lêv kir ku bi armanca ku PDK şer rawestîne tevli çalakiyê bûne û wiha daxuyand: “Ji bo şer raweste me ev çalakî pêk anî. Lê polîsan bi gaz û ava şid êrîş kir. Dayik jî têde gelek kes birîndar bûn.  Rêveber û parlamenterên me birîndar bûn. Em dixwazin tu kes negirîn. Zarokên me ji ber zilmê diçin çiya an jî Ewropayê. Tirkiye bi Barzanî re êrîşê zarokên me dike. Gelo wê ev şer heta ku derê bidome.”
 
‘Dewleta Tirk me tîne li hember hev'
 
Sidikayê wiha dawî lê anî: “Divê her kes rabe ser piyan. Barzanî ji xwe re dibêje ez kurd im. Ger kurd be bila dest ji van lîstikan berde. Hîna ku zûye bila ji vê rê vegere. Bila komkujiyê neke. Bila xwişk û birayên xwe nekuje. Dewleta Tirk me bi hev dide şikandin.  Bila Barzanî wek kujer neyê bîranîn. Çi dibe bila bibe em Dayikên Aştiyê wê bibin mertal.”