Mexdûrên erdhejê xwe di ewlehiyê de hîs nakin

  • 09:10 20 Îlon 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - Psîkolog Fadîme Temel ku li Semsûrê piştî erdhêj çêbû piştgiriya psikolojik da, istismar û tundiya ku li ser jin û zarokan vegot û diyar kir ku jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin.
 
Bandora erdêja di 6’ê Sibatê de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê kir hîna didomin. Tevî 7 meh derbas bûye jî hîna gelek prisgirêk tên jiyîn. Welatî bandorên erdhêjê di alî psikolojik de hîna dijîn.
 
Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Semsûr bû. Piraniya bajar hilweşiya û gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Psîkolog Fadîme Temel ku ji roja ewil a erdhêjê de li bajar piştgiriya psikolojik da welatiyan diyar kir ku herî zêde jin bi bandor bûne.
 
‘Jin pirsgirêka ewlehiyê dijîn’
 
Fadîmeyê daxuyakirin ku  jin herî zêde pirsgirêka ewlehiyê dijîn û wiha pê de çû: “Herî zêde di vî alî de serlêdan ji bo psîkologan tê kirin. Xwe di konan de ewle hîs nedikirin. Her kes ligel hev bû demên ewil. Ji ber vê jin bi fikar bûn. Her tim bi van sedeman hatin. Stres, fikar hebûn.”
 
‘Gelek bûyerên tundiyê hatin jiyîn’
 
Fadîmeyê di berdewamiyê de anî ziman ku jinan herî zêde ji ber tundiyê serlêdan kirine û xwestine piştgiriyê bigirin û ev nirxandin kir: “Me ji Semsûrê pir zêde giliyên der barê tûndiyê de girtin. Ez bi STK’ê re dixebitîm. Di rewşa heyî de gelek bi jin ji ber tirs û fikaran newêrin serî li me bidin. Lê di erdhêjê de ev zêde bû. Ji xwe tirsa erdhêjê hebû. Tirsa jinan du kat bû. Hem ji alî mêran de hem jî ji erdhêjê. Jin ji aliyê hevjîn û mêrên nêzî xwe ve tûndiyê dibînin. Ev bav, zarok, bira an jî mêrên qet nas nakin ve pêk tên. Ji ber vê di dema erdhêjê de gelek bûyerên tûndiyê hatin jiyîn.”
 
Pirsgirêka hîjyenê heye
 
Fadîmeyê, destnîşan kir ku jin ji bo ji tundiyê xilas bibin serlêdanê dikin, jin bi tirsa qetilkirinê dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez bi nexweşxana lêkolîn û perwerdê re dixebitim. Di vê pêvajoyê de gelek bûyer hatin nexweşxanê. Jinan raporên derbkirinê girtin. Li nexweşxaneyan hijyen baş nîne. Jin li kon û konteyniran bi enfeksiyonê dikevin. Hîjyen tuneye. Gelek nexweşî dertên holê. Me ji bo kesên herêmê piştgiriya psikolojîk da. Diyalog û têkilî vê pêvajoyê de girîng bû. Me hewl da em fêm bikin ku jin xwe di ewlehiyê de hîs dikin an na. Piştre me têkilî dadianî. Me hewl da em stratejiye bi jinan bidin qezenckirin. Cihê jinan her tim dikaribû biguhere. Carnan piştî 3-4 seansî vedigeriyan gund an jî bajarên din. Dema wisa dibû hevdîtin jî nîvco diman. Ji ber vê jî em hewl didin agahiyên stratejîk û perwerdehiyan bidin jinan ku xwe bixwe baş bikin. Me komek heval 7 atolye pêk anîn.”
 
‘Hedefa me jin bûn’
 
Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo jin xwe baştir îfade bikin bi jinan re kokmên parvekirinê ava kirine û wiha dawî lê anî: “Gelek jin tundiyê dibînin. Jinek tundiyê vebêje ev tê wateya ku gelek jin wê deng derbixin. Me gelek fêdeya wê dît. Jinên penaber di dema erdhêjê de car mexdur bûn. Rewşa wan hîn girantibû. Me ji bo wan hewl da ku hişmendiyek bê afirandin.  Li qadên ku kontrol tûnebûn îstîsmar hebû. Me hewl da em di mijara îstîsmarê de zarokan agahdar bikin. Me gelek atoleye pêk anîn. ji zarokan bigirin heta dayikan me atolyeyên psîko perwerde pêk anîn.”