'Li Wanê rejîma zextê li ser kar e'

  • 09:03 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Endama Lijneya Rêvebiriya ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku piştî îlankirina OHAL’ê li Wanê ve hemû çalakî ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin û got: "Bi awayek kêfî biryarên qedexeyê tên dayîn. Ev rejîma zextê ye. Ev rejîm nayê qebûlkirin.”
 
Li Wanê piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) ve hemû çalakî ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin. Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, di 20’ê Tîrmeha 2016’an de li seranserê Tirkiyê ji bo 3 mehan rewşa awarte hatibû îlankirin. Rewşa Awarte ku 7 caran hatibû dirêjkirin, piştî du salan di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi temamî hatibû rakirin. Di vê heyamê de civîn û xwepêşandan bi temamî hatibûn qedexekirin. 
 
Li bajarên Kurdistanê ev qedexe ku bi awayek fîîlî berdewam dike ji van bajaran yek jî Wan e. Hemû civîn û xwepêşandanên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bi hinceta qedexeya waliyê tên astengkirin. Di demên dawiyê de li Wanê ev qedexe ku hinek sist bûbû, dîsa bi awayek fîîlî dest pê kir. Weke mînak jî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê ku ji bo piştevaniyê bidin Dayikên Şemiyê/Mirovan bi hinxeta “qedexeya du rojan” a walîtiyê hat astengkirin.
 
Endama Lijneya Rêvebiriya ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran, li ser mijarê axivî.
 
'Pêkanînên keyfî didomin'
 
Ayten, anî ziman ku di sala 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê ve qedexeyên çalakiyan dest pê kiriye û got li Wanê demeke dirêje ev qedexe berdewam dikin. Ayten, destnîşan kir ku demekê gelek kurt de ev qedexe rabû lê carekedin dîsa ev qedexe destpêkirine û wiha got: “Berê her 15 rojan carê qedexe îlan dikirin û mehê du caran qedexe dihatin îlankirin. Ji ber vê yekê 12 mehên salê li herêma Wanê qedexe hebûn. Dema ku em li herêmên din dinêrin ev qedexe li bajarên din hinek sist bûne lê li Wanê hîn ev qedexe didomin. Bi taybetî di çalakiyê giştî û yên ÎHD’ê de ku dawiya hefteyê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê bikin çalakiya ku em dawiya hefteyê li dar dixin bi hinceta qedexeya çalakiyan a du rojan ku ji aliyê Walîtiya Wanê tê îlankirin, tê qedexekirin. Ev pêkanîneke kêfî ye. Binpêkirina zagona bingehîn heye di vir de. Îro Dayîkên Şemiyê/Mirov dozên ku vekirin de bi ser ketin. Dadgeha destûrî der barê vê dozê de biryara ‘Mafê wan e û binpê nakin. Hûn neheqin’ da jî hîn Qada Galatasaray tê qedexekirin. Ji hikûmetên navendî zêdetir, kesên wek amîrên leşker û polîsan vê biryarê bi awayek kêyfî digirin. Ji ber vê yekê em nikarin vê rewşê di aliyê hiqûqê de binirxînin. Îro li aliyekî çalakiya Dayikên Şemiyê ku tê qedexekirin, ji aliyekî dinê ve jî kesên ku ji bo îktîdarê bang dikin bi alên hîlafetê ve kesên ku meş dikin li kolanek wek Cumhuriyetê dikarin çalakiyên xwe li dar bixin. Di vir de em nikarin rabin behsa niyeta wan a baş bikin. Ger ku mijar xirapkirina hizûra gel e, belê wê demê ew kesan li kolana Cumhuriyetê hizûra gel xirap kir. Ev yek nêzîkatiyek ne raste.”
 
'Malbat îro aqûbeta zarokên xwe dipirsin'
 
Ayten, diyar kir ku biryara qedexeyên ku der barê çalakiyan de tê dayîn di aliyê polîtîk de ye û da zanîn ku ÎHD saziyekî ku kî dibe bila bibe li hemberî hemû binpêkirina disekine. Ayten, diyar kir ku beriya 25-30 sal berê kesên ku ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin binçavkirin û got ji ber vê yekê malbatên ku îro aqûbeta zarokên xwe dipirsin tiştek gelek xwezayî ye. Ayten, bi lêv kir ku ew kes jî zarokên xwe mereq dikin û aqûbeta wan dipirsin û wiha pê de çû: “Belê dewlet hat bir, lê kû ve bir? Tiştek ew qas bi êşe ku dayik êdî hestiyên zarokên xwe dixwazin. Em îro hesabê hestiyên ku di qûtî, torbe û zarfan de tê dayîn dipirsin. Em hewl didin ku dengê kesên ku hesabê vê yekê dipirsin ragihînin. Mînak ger ku li Şirnex û Wanê operasyon tê lidarxistin  polîs, leşker û amîrên wê rojê ji vê yekê berpirsyar in. Bêyî biryara walî nikarin tu operasyonê li dar bixin. Ji ber vê yekê nikarin bêjin ku ‘ev bûyer beriya 30 salan pêşî çêbûye û min eleqeder nake.’ Dema ku hesabê vê yekê hat pirsîn hûn nikarin ji bersivên van birevin. Arşîvên wan jî hene. Em jî dizanin ku ger ew bixwazin dikarin van windayan derbixin holê. Malbat jî vê yekê dibînin û dizanin. Ji ber vê malbat îro li pey vê yekê ne. Çavên dewletên cihanê li ser me ne. Ger ku heta vê rojê hestiyên van kesan dernexistine ji vê saetê şûnde dê behsa kîjan demokrasiyê bikin. Ev nêzîkatiyek ne rast e.”
 
‘Dixwazin rêxistinên sivîl bêdeng bikin’
 
Ayten, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Wan di aliyê erdnîgariyê de xwedî cihek taybet e û got sînorê Îranê ye dilê Rojhilata Navîn e. Ayten, diyar kir ku Wan xwedî cihek kozmopolîtîk e û wiha axivî: “Nayê karê wan ku gelê vê derê zanist bikin. Gelek ji gelê Wanê nizanin ku ew Dayikên Şemiyê ji ber çi li wê derê kom bûne û çima tên binçavkirin. Lê ger ku ÎHD a Wanê armanca van kesan ji gel re ragihîne dê fêr bibin ku ji ber çi kom bûne. Armanca wan ne zanistkirina gel e. Dixwazin gel îtaatê bikin û rêxistinên sivîl û STK’yan bêdeng bikin. Armanca daxuyaniyên sazî û rêxistinan zanistkirina gel e. Ji ber ku dema gel vê yekê dît dê meraq bikin ku daxwaza wan çiye. Wan rêgeha penaberan e. Dema ku çalakiyên Goç-Der an jî OHD bên astenkirin, wê demê rê li pêşiya bûyerê xirap re vedikin. Bûyerên wek qeçaxçiyên mirov û kirina tiştên xirap. Di dîrokên nêz de me pratîka vê yekê dît. Di heman demê de polîs an jî leşker tecawizê jinên ku li navenda komkirinê ne dikin. ÎHD neçare van binpêkirina mafan ragihîne. Ji bo ku ji van re û ji STK’yan re bibin asteng biryarên qedexeyan digirin. Ji ber vê jî em şahidê van bûyeran e. Her roja şemiyê çalakiya ku em li dar bixin roja berê wê şev nikarin biryara qedexeyê bigirin. Ger ku ev biryar di pêş de bê girtin mafê me yê ku ji dadgeha îdareyê re doz vekin heye. Lê ev qedexeyan ji ber ku roja şemiyê digirin. Ji ber ev qedexe heta roja duşemê ji holê radibe ev binpêkirin ji holê radibe. Ji ber vê yekê dema îhlal nebe doz jî tuneye. Elbet çareseriyên vê yekê hene. Em ê ji bo vê yekê rûnên û çareseriyan bigerin.”
 
‘Ev rejîma zextê ye’
 
Ayten, di heman demê de qedexeyên ku bi salan e berdewam dikin weke qedexeya fikrî û jiyanê pênase kir û wiha pê de çû: “Bi van qedexeyan azadiya fikrî jî asteng dikin. Mirovan dikin binçavan û digirin. Lê STK’yên ku mafê wan diparêzin dixwazin ragihînin tên astengkirin. Ev rejîma zextê ye. Ev rejîm nayê qebûlkirin. Em dixwazin fikrên xwe bi awayek azad ragihînin ji civakê re. Îro li gelek bajarên welêt saziya ÎHD’ê heye. ÎHD saziyek gerdûnî ye. Em mafê hemû sazî û STK’yan didin ber çavan. Ji ber vê yekê ev hemû binpêkirin e. Bi awayek zanebûn ev biryar tên dayîn. Dema ku me asteng dikin di heman demê de hebûnekî jî asteng dikin. Lêgerîna mafê asteng dikin.”
 
‘Dixwazin mafê ragihandinê asteng bikin’
 
Ayten, di dawiya axaftina xwe de got li hemberê van binpêkirina mafan ew raporên xwe digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha mijara me ye sereke Dayikên Şemiyê ye. Ji bo vê yekê çalakiya ku em li dar dixin tê astengkirin, lê dê hemû hewldanên me berdewam bike. Ev wisa derbas nabe. Ji bo vê yekê derbixin derve em ê serî li her rêyê bixin. Karê me tespîtkirina binpêkirina mafan e. Ji ber vê yekê di vê aliyê de dê xebatên me berdewam bikin. Dema me van binpêkirina tespît kir, em ê bikin rapor û parve bikin. Di zagona bingehîn de mafê herî xwesere ku daxwaz û fikrên xwe bînin ziman. Ji ber ku civak her ku diçe zanist dibe bi van qedexeyan dixwazin mafê ragihandinê asteng bikin.”