‘Ger dewletê di wextê xwe de mudaxale bikira Ayşe nedihat qetilkirin’

  • 09:05 18 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Abdulhamît Altan, Ayşe Altan qetil kir. Abdulhamit Altan ê ku piştî qetilkirinê reviyabû li navçeya Mêrdînê ya Qoserê, hat girtin. Hevjîna birayê Ayşe Altan Leyla Gencer diyar kir ku berpirsiyarê qetilkirinê jinan dewlet e.
 
Her roj li Kurdistanê û Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û bi tundiyên cûr bi cûr rê rû bi rû dimînin. Yek ji wan jî Ayşe Altan e. Ayşe bi destê Abdulhamît Altan, bi awayekî hovane, li ber çavên zarokên wê hat qetilkirin. Hevjîna birayê Ayşe Altan Leyla Gencer qetilkirina da zanîn ji ber dewletê jin tên qetilkirin û da nîşandan cezayên ehîl nayên dayîn.
 
‘Pitika wê hebû’
 
Hevjîna birayê Ayşe Altan Leyla Gencer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kiryar Abdulhamît Altan piştî qetilkirina Ayşeyê telefonî birayê wê kiriyê û wiha gotiye: “ Min ew qetil kir.” Leylayê wiha bi lêv kir: “Ayşe 8 sal zewicî bû, 4 zarokên wê hebûn û yek ji wan jî pitik bû. Van rojan navbera wan tune bû. Me jê re digot dev jê berde û bê. Lê belê digot ez nikarim zarokên xwe bihêlim.“
 
‘Du roj berê plansaziya qetilkirinê kiriye’
 
Leylayê da xuyand ku Abdulhamît Altan nîvê şevê ji hevjînî wê re peyam şandiye. Leylayê destnîşan kir ku wî  du roj berê plansaziya qetilkirinê kiriye. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em di xew de bûn û ji ber wê me peyam nedît. Piştre me şeveqê dît û saet 7.30’ê de telefon kir û got bên zarokên min bigirin. Me got ji bo çi? Got min Ayşe qetil kiriye.”
 
‘Ger dewletê di wextê xwe de mudaxale bikira Ayşe nedihat qetilkirin’
 
Leylayê balkişand ser qetilkirina jinan gişa û da nîşandan jin bi mirin û êrîşên tundî re rû bir û dimînin. Leylayê ji bo qetilkirinên jinan dewlet berpirsiyar dît û wiha dom kir: “ Dewlet heger ceza lê bibiriya, jinên wek Ayşe û zarokên biçûk nediketin vê rewşê. Heger dewlet di wextê xwe de mudaxale bikira, Ayşe îro jiyana xwe ji dest nedida. Em nikaribû wê teşhis bikiraya û ji lingên wê me ew nas dikin. Ez ji vê şûnvetir ji dewletê re bêjim çi?”
 
‘Bila bi lêz û bez mudaxale bikin’
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bangawazî ji bo qetilkirina Ayşeyê kir û da xuya kirin ku bila zarok bê dayik nemînin. Leylayê destnîşan kir ku pêwîst e dewlet ji bo pêşîgirtina van qetilkirinan cezayên ehîl bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Bila bi lêz û bez mudaxale bikin. Wisa nebe dê pir kes wek Ayşeyê bên qetilkirin. Bila Ayşe bibe ya dawî. Bila jin nemirin. “