Dîlan Kunt Ayan: Em ê şerê taybet ê li Kurdistanê rawestînin

  • 10:44 17 Îlon 2023
  • Rojane
 
RIHA - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan ku derbarê Kampanyaya TJA'yê ye bi dirûşma "Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" ya starta wê li Rihayê hat dayîn de axivî. Dîlanê  diyar kir ku dirûşma, "Jin Jiyan azadî" ji bo jinan felsefe ye û got, "Em di serî de dixwazin ji şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin rawestînin."
 
Deklerasyona kampanyaya  Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve" ku wê 6 mehan bidome di 15'ê Îlonê de li Rihayê  hat eşkrekirin. TJA'yê di deklerasyona xwe de li dijî hemû êrîşên li dijî hebûna jinê banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya  civakî ya di pêşengiya jinan de kir. Di çarçoveya kampanyaya li dijî qirkirina jin û xwezayê, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê gelek çalakî bên lidarxistin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê  Dîlan Kunt Ayan der barê kampanyayê de nirxandin kir.
 
‘Tecrîd tenê ne di nav 4 dîwarên Îmraliy de ye’
 
Dîlan Kunt Ayan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e tecrîd tê meşandin lê belê ev 30 meh e veguheriye tecrîdeke mutleq. Dîlanê anî ziman ku tecrîd ne bi tenê li Girtigeha Îmraliyê didome, li tevahiya civakê belav bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Her wiha li Tirkiyeyê bi taybetî jinên kurd di tecrîdê ne. Lê belê ne bi tenê jin, pêwîste ku  ciwan û hemû beşên demokratîk, ji vê tecrîdê re bi dengekî bilind bibêjin na. Ji ber ku ev tecrîd ne bi tenê li ser brêz  Ocalan û di nava 4 dîwarên Îmraliyê de tê meşandin, li wê derê dest pê kiriye û li girtigehê, li ser jin û xwezayê  bi bandorek pir mezin kiriye.”
 
‘Em tu carî polîtîkayên zextê qebûl nakin’
 
Dîlanê balkişand ser têkîliya gel û rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku dema  navberê didin tecrîdê  û brêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê dike, ev bandora xwe li ser gel jî dike. Dîlanê daxuyand ku gel bi hevdîtinên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji 2014’an  heta 2019’an ku dihat kirin kêfxweş bûn û wiha berdewam kir: “ Di heman demê de ev hevdîtin dihatin weteya ku Abdullah Ocalan di aştiyê de israr dike. Her wiha desthilatdariya AKP-MHP piştî ku di hilbijartinên dawîn de têk çûn dixwazin vê têkçûna xwe bi zextên li ser gel veşêrin. Lê belê em vê qebûl nakin. Nivê welatiyên Tirkiyeyê dan nîşandan ku dixwazin vê pergala zextê rawestînin. Em dixwazin bi bilindkirina dengê xwe dawî li tecrîdê bînin.”
 
‘Dixwazin paradîgmaya brêz Ocalan asteng bikin’
 
 Dîlanê da xuyakirin ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û qanûna înfazê ya li Tirkiyeyê li tu dera cîhanê mînakên wê tune ne û wiha pê de çû: “ Sedema vê heye. Dixwazin ku paradîgmaya brêz Ocalan asteng bikin. Em dema hilbijartinên 2015'an û rewşa wê demê bînin bîra xwe, dikarin bibînin ku wê demê rewşek aram heye. Lê belê pergalê xwest mudaxeleyî vê rewşê bike. Paradîgmaya Ocalan ne bi tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelê li Tirkiyeyê ye. Di eslê xwe de fîkr tên tecrîd kirin.”
 
‘Kampanyayê dê  bi felsefeya Jin jiyana azadî bidome’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de cih da kampanyaya ku starta wê dan û da zanîn ku bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ dê vê kampanyayê rêve bibin. Dîlanê diyar kir ku kampanya li dijî polîtîkayên şerê taybet ê li ser jinên Kurdistanê  tê meşandin,bersivek e. Dîlanê wiha behsa naveroka kampanyayê kir: “ Em ê hem li hemberî vê tiştê bisekinin, hem jî perwerde û hişyarbûnê zêde bikin. Her wiha bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdê çalakiyên  me dê bidomin. Di heman demê de polîtîkayên şerê taybet ê li ser ciwanan jî em qebûl nakin. Em nahêlin AKP- MHP destketiyên jinan tune bikin."