Kolanên Fransayê bi rengê zer hat xemilandin

  • 13:01 8 Kanûn 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Fransiziyên bi armanca şermezarkirina bêedaletiya zeman û belavkirina dahatûyan daketin qadan, bi êlekên xwe yên zer heya Cadeya Champs-Elysees meşiyan. Gelê Fransayê ji bo piştgiriya çalakiya “Êlek zeran” êlekên zer bi balkonên malên xwe ve kirin. 
 
Fransiziyên bi armanca şermezarkirina bêedaletiya zeman û belavkirina dahatûyan li Parîsê daketin qadan, bi êlekên xwe yên zer heya Cadeya Champs-Elysees meşiyan. Li bendêye di encama vê meşê de çalakiyên mezin bên lidarxistin. Li tevaniya Fransayê 89 hezar polîs hatin perwirdar kirin. Li Parîsê jî, 8 hezar polîs û 12 wesayîtên zirxî hatine rawestandin. Çalakger, ber bi Cadeya Champs-Elysees a yek ji sembolên Parîsê ye ve dimeşin. Gelê Fransayê jî ji bo piştgiriya çalakiya “Êlek zeran” êlekên zer 
  
Berî çalakî dest pê bikin, polîsan 121 birin Midûriyeta Polîsan û 32 kes jî binçavkirin. 
  
Ji ber çalakiya êlek zeran li Parîsê jiyan rawestiyaye, gelek restoran û mexazayên li Cadeya Champs-Elysees deriyên kergehên xwe girtin. Hemû bernameyên çand û hunerê yên li bajêr, hatin îptalkirin. Kuleya Eyfel a yek ji sembolên Parîsê  ji bo serdanan hat girtin û nêzî 30 xetên metro hatin rawestandin. Gelek rê û cadeyên derdora Bulvara Champs-Elysees li trafîqê hatin girtin.