NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin

  • 11:06 28 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Cînayên Gurevî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), her roj li tevahiya cîhanê 137 jin tên kuştin. Li gorî raporê, di tevahiya cîhanê de herî zêde jin li malên xwe tên kuştin. 
 
Neteweyên Yekbûyî (NY), bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navnetweyî ya Li dijî Tundiya Li Ser Jinan “Rapora Cînayetên Gurevî” weşand. Li gorî raporê her roj li tevahiya cîhanê 137 jin tên kuştin û biraniya van jinan an ji aliyê hevjîn, an jî ji aliyê xizmên xwe ve tên kuştin.   
 
Di rapora hat weşandin de ev tişt hatin gotin: “Di sala 2017’an de 87 hezar jin bi zanebûn hatin kuştin û dinava van jinan de 30 hezar jin an ji aliyê hevjîn an jî ji aliyê heskiriyên xwe ve hatin kuştin.” Di rapora NY de hat diyar kirin ku her zêde jin li malên xwe hatine kuştin. 
  
Pisporên ku rapor amade kirin, dan zanîn ku hemû jin di encama êrîşên bi zanebûn de hatine kuştin. Dîsan li gorî danayên fermî yên îstatîstîka ofîsa Eurostat a sala 2016’an a Yekitiya Ewropayê, welatê ku herî zêde jin lê tên kuştin Malta ye. Li vî welatî piraniya jinan di endama tundiyê de jiyana xwe ji dest didin.  
  
Piştî hevpeymana Stenbolê ya di sala 2012’an de hat îmzekirin, li Tirkiyeyê serlêdana jinên rastî tundiyê tên zêdetir bûne û ev bi awayekê pergalî berdewam dike.