Jinan bi zimanên cuda li djiî şîdeta mêr bêdengiya xwe bi dawî kir

  • 09:32 22 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li her derê cîhanê li dijî şîdet, êrîşa zayendî û kuştina jinan bi zimanên cuda bi heman dirûşmeyan bêdengiya xwe bi dawî kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan.
 
Jin li dijî her cureyê şîdeta fîzîkî, zayendî û aborî di roja me ya îro de jî têkoşîna xwe bi lez belav dikin.
 
Rêxistina Efûyê: Jinan bêdengiya xwe bi dawî kirin
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê şîdeta li ser jinan de raporek der barê sala 2017-2018’an de bi ser navê ‘Rewşa Mafê Mirovan a li cîhanê’ weşand û di raporê de balkişand ser aliyên şîdetê û têkoşîna jinan. Li DYA’yê jinan bi kampanya ‘#MeToo’ li djî şîdetê dan destpêkirin û li Polonya, Ispanya, Îrlanda, Arjantîn û gelek welatên din jinan ji bo mafên xwe têkoşîna xwe berdewam kirin. 
 
DYA
 
Li DYA’yê jinên lîstikvan sala borî diyar kirin ku fîlmçêker Harvey Weînsteîn tacîza zayendî li wan kiriye û piştre jî di çapemeniya civakî de bi etîketa "#MeToo" kampanya dan destpêkirin. Di demek kurt de piştgriya ji bo kampanyayê zêde bû.
 
Dîsa li DYA’yê ji 300’î zêdetir nivîskar, lîstikvan, derhênerên jin li dijî êrîşa zayendî kampanya dan destpêkirin û înstiyatîfa ‘TîmesUp’(Dem tije bû) ava kirin.
 
Ji hezaran jinî çalakiya protestoyî
 
Gumanbarê êrîşa zayendî Dadger Brett Kavanaugh ji bo Dadgeha Bilind bû namzet û li ser vê bi hezaran jinî çalakiya protestoyî pêk anîn. Di çalakiyê de 302 kes hatin binçavkirin.
 
Swêd
 
Jinên Swêdê jî piştgirî dan kampanya "#MeToo". Li ser banga komên "#MeToo" li 20 welatî çalakî û meş pêk hatin. Krîmînolog Nîna Rung salek kampanyayê nirxand û diyar kir ku piştî kampanyayê hejmara jinên ku êrîşa zayendî ragîhandine zêde bûye.
 
Wezîra Wekheviyê Asa Regner li dijî tacîza zayendî bi etîketa "#MeToo"bang kir û bi 50 komên aktîvîst re civîn pêk anî. Hiqûmeta Swêdê Qanûna Daxwazê ji parlamentoyê derbas kir û ev jî wek serkeftina rêxistinên jinan hat nirxandin.
 
Xelatên wêjeyê ya nobelê nehat dayîn
 
Piştî hunermendan tacîza zayendî ragîhand bê bandor li ser xelatên Wêjeyê ya Nobelê jî kir. Ji ber vekişîna 6 endamên akademiya Swêdê sala borî û îsal xelatên nobelê nehatin dayîn. 
 
Polonya
 
Li welat bi hezaran jinî li dijî astengkirina kurtajê protestoyên ‘Duşema reş’ pêk anîn û hîna li dijî astengkirina Kurtajê têkoşîn didome. 
 
Fransa
 
Li Fransayê xeta îxbara tacîza zayendî ji ber gelek îxbar girt, hat girtin. Jinên ji bo tacîza zayendî li bende çareseriyê bûn, bertek nîşanî girtina xeta îxbarê kirin. Her wiha di nav salê de tacîza fîzîkî wek êrîşa zayendî hat hesibandin. Der barê vê de jî ceza hatin birîn. Wezareta Dadê diyar kir ku ji bo pêşî li tacîzê bê girtin di çarçoveya qanûnê de yekem car ceza hatiye dayîn.
 
Jinan bertek nîşanî pîsuvarên li kolanan dan. Jinan diyar kir ku rayedar peyama ‘xwediyê kolanan mêrin’ daye û got divê jin jî li kolanan xwe rehet hîs bikin. Li gorî NY’ê li Fransayê ji sedî 53’ê jinan rastî êrîşa tacîzê tên.
 
Swîsre
 
Li Swîsreyê jin li gorî welatên din di dema welîdînê de xwedî destûrek kêmtir in. Li hinek kantonên Swîsreyê mafê hilbijartinê ya jinan di 1990’î de hat naskirin. Jin li dijî newekhevî û heqdestê newekhev jî li Bernê li qada Schutzenmatte bi daxwaza ‘karê wekhev heqdestê wekhev’ hatin cem hev. Jinan diyar kirin ku di meha çileyê 2019’an de wê rojan çalakiya destberdana kar pêk bînin. 
 
Brezilya
 
Li Brezîlyaya ku kuştinên jinan pir tê jiyîn, sala borî piranî jê endamê rêxistinê 63 hezar û 880 kes hatin qetilkirin. Ji van 4 hezar û 539 jin bûn. Herî kêm hezar û 133 jin ji ber polîtîkayên dijminê jinê hatin qetilkirin. Di maçên Kupaya Cîhanê de ku li Rusyayê hatin kirin li bajarê Saransk nûçegîhanên sporê yên jin rastî tacîzê hatin û li dijî vê li Brezîlyayên rojnamegerên jin bi etîketa ‘#LetHerWork’ kampanya dan destpêkirin. Li gorî lêkolînek li Brezîlayayê hatiye kirin jinên temenê wan di 16’y’î de ne ji 3’an yek rastî şîdeta fîzîkî tê.
 
Arjantîn
 
Li Arjantînê jinan li dijî şîdet, tacîz û qedexekirina kurtajê daketin kolanan û di 8’ê Adarê de tevgera jinan a Arjantînê Nî Una Menos banga ‘greva jinan a global’ kir. Bi hezaran jin ji bo Kurtaj bibe qanûn daketin kolanan. Li gorî lêkolîna Enstîtuya Gutava Cordova ji sedî 60’ê Arjantînê dixwaze kurtaj bibe qanûnî. Li gorî texmînan her sal 500 hezar jin kurtaj dibin. Di 13’ê Hezîranê de ji bo pêşnûme di meclîsê de derbas be bi dehezaran kes nêzî 19 saetan li nêzî avahiya parlamentoyê sekinîn û daxwaza mafê kurtajê kirin. Piştî 22 saetan pêşnûme li parlamentoyê hat qebûlkirin. Lê Senatoyê qanûn erê nekir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Arjantînê şîroveya ‘derfetek dîrokî winda kir’ kir.
 
Ispanya
 
Li Ispanyayê ligel du sendîkayên mezin CCOO û UGT, sendîkya CGT/CNT û gelek sendîkayên din platformek ava kirin û di 8’ê Adarê de banga grevê kirin. Di dîroka Ispanyayê de yekem car grevek wisa mezin pêk hat.
 
Li welat hikûmeta VI. Qral FElîfe sond xwar û dest bi peywirê kir. Di hikûmeta hat avakirin de 11 jin û ji bilî serokwezîr 6 mêr hene. Wezareta aborî, fînasn, parastin û dadê jî dan jinan.
 
Îtalya
 
Li Îtalyayê der barê ku 124 jin di cîhana sînemayê de rastî tacîza zayendî hatin de manîfesto ya weşandin. Di manîfestoyê de hat diyarkirin ku tacîza zayendî pirsgirêka pergalê ye. 
 
Îrlanda
 
Hikûmetê sererastkirina referanduma der barê pêkanîna reformê de qebûl kir. Ji sedî 67,3 xwest qanûna kurtajê bê nermkirin û ji sedî 32,7 jî denga ‘na’ bikaranîn.Ji ber qanûna kurtajê her sal bi hezaran jin kurtaj dibin.