FEMEN, serokên welatan ku li Fransayê kom bûn şermezar kir

  • 12:00 11 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - FEMEN, serokên dewletan û hikûmetan ku paytextê Fransa Parîsê kom bûn bi dirûşma, "Hun bixêr hatin sûcê şer" pêşwazî kir.
 
Hin serokên welat û hikûmetan ku bi minasebeta 100'emîn salvegera bidawîbûna Şerê 1'emîn ê Cîhanê li ser vexwendina serokomarê Fransa Emmanuel Macron li paytextê Fransa Parîsê kom bûn ji aliyê FEMEN'ê ve hatin şermezarkirin. 3 endamên FEMEN'ê ku li navenda Parîsê hatin gel hev, pankarta bi nvivîsa, "Hûn bi xêr hatin sûcê şer" (Welcome war crîmînals) vekirin. 
 
Her wiha jinan li aliyekî jî nivîsa, "Sextekarên ku xwe wekî alîgirên aştiyê nîşandidin, dîktatorên rasyeqîn" li ser sîngên xwe nivîsandin. 
 
Polîsê Fransayê ku êrîşî jinan kir, piştre 3 endamên FEMEN'ê binçav kirin.