'Yên ku li Yemenê sûcê şer dikin bila bên darizandin'

  • 10:25 10 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Yemenê ya li Stenbolê pêk hat de bang li aktorên navneteweyî hat kirin û hat gotin ku divê yên sûcê şer dikin bên darizandin. 
 
Li Yemenê ji 3 salî zêdetir e ku şer didome. Di Konferansa Yemenê ya li Stenbolê pêk hat de bang li aktorên navneteweyî hat kirin û hat gotin ku divê yên sûcê şer dikin bên darizandin. 
 
'Aktorên navneteweyî yên ku alîkarî dane şerê sûc jî divê bên darizandin' 
 
Beşdarvanên konferansê di heman demê de xwestin ku aktorên navneteweyî yên ku alîkarî dane şerê sûc jî divê bên darizandin.
 
'Dev ji xebatên ji bo kontrolkirina Yemenê berdin'
 
Tevekkul Karman a ku di konferansê de mafê axaftinê girt wiha got:"Divê Rêveberên Riya û Abu Dabi dev ji hewldanên ne aştiyane berdin. Divê Mollayên li Îranê dev ji alîkariya milîsên bi çekdar berde. Ew bi vê yekê dixwazin ku Yemenê têxistin bin kontrola xwe. Dev ji xebatên ji bo kontrolkirina Yemenê berdin."
 
NY: Dibe ku Yemen veguhere welatê miriyên ku dijîn
 
Bernameya Xurek a Cîhanê ya NY'ê dê alîkariyên ji bo gelê Yemenê birçî nemîne zêdetir bike. Her wiha NY'ê da zanîn ku heger alîkariya ji bo xwarinê neyê kirin dê gelê Yemenê bi birçîbûnek mezin rû bi rû bimînin. 
 
Li Hudeydeyê şer gur bû
 
Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ji ber li Hudeydeyê şer gur dibe, loma ev dibe ku bibe astengiyek mezin a ji bo alîkariya gel. 
 
Hevdîtinên ji bo aştiyê hatin taloqkirin
 
Her wiha NY'ê diyar kir ku bûyera li Yemenê "Qeyrana mirovatiyê ya herî mezin a cîhanê ye" û got ku hevdîtinên ji bo aştiyê hatine taloqkirin. Her wiha hat diyarkirin ku 10 hezar sîvîlî ji ber êrîşên bombeyî jiyana xwe ji dest dane.