UNICEF: Li Nexweşxaneya Yemenê jiyana 59 zarokan di bin talûkê de ye

  • 10:36 7 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF'ê diyar kir ku koalisyona pêşengiya wê Erebistana Suudî dike, bi êrîşên xwe jiyana 59 zarokên li nexweşxaneyê tehdît dike. 
 
UNICEF'ê diyar kir ku koalisyona pêşengiya wê Erebistana Suudî dike, bi êrîşên xwe jiyana 59 zarokên li nexweşxaneya Tevrayê ya Bajarê Hudeydeya Yemê tehdît dike. Ji van zarokana 25 jê di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tên tedawîkirin.
 
Yemen ji nav welatên ku herî xizan yek jê ye û ev 3 sal in li wir şer didome. Li Yemenê talûkeya xelayê heye.