Zaroka li nexweşxaneyê bi tecawizê re rûbirû ma

  • 13:32 5 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Zaroka ku li beşa giran a nexweşxanyê dihat dermankirin ji aliyê 5 kesî ve bi tecwizê re rûbirû hat hiştin.
 
Zaroka ku li Hindistanê li  eyalata Uttar Pradeş mar bêveda û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê ku navê wê nehat zanîn ji aliyê hemşîr û 4 mêrên din ve bi tecawizê re rûbirû hat hiştin. Piştî ku zarokê tişta hat serê wê ji dapîra xwe re got bûyer aşkera bû. Polîsan li bajarê Lucknowê diyar kirin ku kesek hatiye binçavkirin û lêgerîna kesên din jî berdewam dike. 
 
Herwiha polîsên ku lêkolîn dan destpêkirin qeydên kameraya nexweşxaneyê jî xwestin.