NY'ê banga sekinandina şerê li Yemenê kir

  • 12:00 3 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê diyar kir ku bi milyonan zarok bi talûkeya birçîbûnê rû bi rû ne û ji bo qedandina şerê li Yemenê bang kir. 
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  Antonio Guterres banga qedandina şerê ku li Yemenê ev nêzî 3 sal e didome, kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Yemen li ber kortalekê ye û di warê mirovatiyê de, di rewşek pir xirab de ye. 
 
Di heman demê de di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji bo rewşa li Yemenê bêtir bi ber xirabiyê de neçe divê çi ji destên me bê em bikin. Ji bo pêdiviyên jiyanî divê rêyên ku girtîne bên vekirin."