Li Koreya Bakur jin bi neheqiyan rû bi rû dimînin

  • 10:06 2 Mijdar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - HRW'ê diyar kir ku li Koreya Bakur jinên ku bi taciz û şiddetê rû bi rû dimînin mecbûr dimînin ku bêdeng bimînin. 
 
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) lêkolînek derbarê taciza zayendî, êrîş û îstismara li dijî jinê ya li Koreya Bakur weşandin. Rêxistina ku ji 100'î zêdetir bi jinî re axivî diyar kir ku li Koreya Bakur jin bi neheqiyên wekî êrîş, taciza zayendî û îstismarê rû bi rû dimînin.
 
Jinên ku beşdarî lêkolînê bûn diyar kirin ku polîs, gardiyan û kesên berpisiyar jî tecawizî jinan dikin. Her wiha xwediyên marketan wekî ruşmet daxwaza zayendiyê ji jinan dikin. 
 
Jin mecbûr dimînin ku dengên xwe nekin
 
Rêveberê HRW'ê Kenneth Roth anî ziman ku li Koreya Bakur jin mecbûr dimînin ku li dijî neheqiyan dengên xwe nekin.