Li Yemenê aloziya birçîbûnê kûr dibe

  • 15:26 20 Cotmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Damezrînerên neteweyî ji bo Yemenê  hişyarî kirin. 
 
Êrîşên ku bi pêşengiya koalîsyona Suudî Arabîstanê ve li ser Yemenê berdewam dikin, her roj berfireh dibe. Li gorî nûçeyên  DW'ê li Yemenê bi mîlyonan mirov ber bi birçîbûnê ve ne û her wiha ji ber zêdebûna buhayê xurek nayê kirîn.  
 
'Pêdivî bi siyaseteke  koordîne heye'
 
Peywirdarê Kizil Haç'ê Mîrella Hodeib yê ku hevalê wî hatiye kuştin heya niha destûr nadin ku ji avahiyê derbikeve, ev saleke li Yemenê peywirdar e. Mîrella diyar kir ku bi giştî li welatê Yemenê xurekên mîna birinc, fasulye, hêk û rûn buhayên wan zêde bûne û wiha got:" Divê ev aloziya mirovahiyê bi dawî bibe. Damezrînerê alîkariyê ne dikarin bi mîlyonan Yemeniyan, ne jî dikare pergala  tenduristiya welat li ser piyan bigire. Pêdivî bi siyaseteke  koordîne heye.
  
Di aloziyê de rewşa dawî 
 
Li Welatê Yemenê qasî 30 mîlyon mirov hene û ji wan 8 û nîv xurekên wan Netewên Yekbûyî (BM) temîn dike. Li gorî texmîna Netewên Yekbûyî nîv mîlyon zarok ji ber aloziya şer birçî ne. 
 
'Dibe ku bi mîlyonan mirov jiyana xwe ji dest bidin' 
 
Li gorî rojnameya The Guardian li Yemenê alîkariyên Netewên Yekbûyî (BM) kêm in. Koordînatorê Netewên Yekbûyî yê Yemenê Lîsa Grande di daxuyaniya ku daye rojnameyê de  got;" Bi dehan malbatên ku di kirîna xwarinê de zehmetî dikişandin, niha nikarin li xwe binêrin. "
 
Lîsa berê  û paşiya şer anî hember hev û got ku Yemen di cîhanê de welatê herî xîzan e. 
 
'Zêdetir pêdivî bi fonê heye'
 
Berdevkê xurekên NY'ê Herve Verhoosel di daxuyaniya ku li Cenevreyê da anî ziman ku ger ku alîkarî li 3 mîlyon mirovan neyê dê xela dest pê bike. Ji ber vê yekê zêdetir pêdivî bi  fona Netewên Yekbûyî heye. Lê pirsgirêkên ewlehiyê destûr nade ku alîkarî bigihîje welatiyan. 
 
'Çareserî di dawîkirina şer de ye'
 
Ji konseya penaberiya Norveçê ya Saziyên Civakiyên Sivîl Suze Van Meegen, di mulekata  ku daye rojnameya The Guardian de wiha got:"Ev aloziye bi pereyî nayê çareserkirin. Çareserî di dawîkirina şer de ye. Suzê kesên ku çek dane Suudî Arabîstanê rexne dike û hikumetan bi dirûtiyê bi nav dike. 
 
Li Welat firotina çekan didome
 
Li Yemenê ji sala 2004'an heya niha şerê navxweyî 3 sale bi pêşengiya koalîsyona Suudî Arabîstanê didome. Di havîna borî de Serokê ABD'ê Donald Trump li ser navê pêşesaziyên şirketên Amerikayê bi mîlyonan dolaran peyman îmze kirin. Her wiha Almanya jî firotina çekan erê dike.