Hikûmeta Swêdê jina ku ji bo kurtajê têkoşîn da xelat kir!

  • 11:37 12 Cotmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Swêdê xelata ku ji bo bîranîna Dîplomat Per Anger her sal dide vê salê da jina El Savadorî Teodora del Carmen Vasquez a ku ji bo mafê kurtajê ji jinan re bê dayîn têkoşîn da.
 
Hikûmeta Swêdê xelata ku ji bo bîranîna Dîplomat Per Anger her sal dide vê salê da jina El Savadorî Teodora del Carmen Vasquez a ku ji bo mafê kurtajê ji jinan re bê dayîn têkoşîn da. Di daxuyaniya ku ji aliyê saziya dewletê ya bi navê 'Forma Dîroka Dijî' ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji ber Carmen Vasquez li welatê herî muhafazakar El Savadrê ji bo mafê kurtajê ji jinan re bê dayîn û ji bo tendirustiya wan a reproduktîf têkoşîn daye hêjayî vê xelatê hatiye dîtin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Carmen êşeke kesane veguherandiy êzê û bi vê helwesta xwe ji zarok û jinên li welatê xwe re bûye hêvî. 
 
Carmen a ku di sala 1983'an de hatiye dinê, di hezîrana 2007'an de li fabrîkaya lê xebitiye ji ser hişê xwe çûye û ji ber vê jî Carmen a ku 9 mehê ducanî bûye zaroka wê bi mirîtî jê re bûye. Lê polîs Carmen bi sucdariya ku bi zanebûn xwestiye zaroka xwe ji ber xwe bike û bikuje Carmen digirin û dikin girtîgehê. Dadgeh jî Carmen bi sucdariya kuştinê bi 30 sal cezayê girtîgehê ceza dike.  Carmen a ku 10 sal û 8 mehan di girtîgehê de dimîne, di encama kampanyaya jin û rêxistinên mafên mirovan de di sibata vê salê de serbest tê berdan.
 
Carmen piştî ku tê berdan ji bo ku mafê kurtajê ji jinan re li El Salvadorê ji jinan re bê dayîn û ji bo ku jinên bi sûcdariya kurtaj kirine di girtîgehê de ne bên berdan deset bi kampanyayê dike.