Di qezaya otobusê ya Kenyayê de 50 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:48 10 Cotmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya otobusê ya Kenyayê de 50 kesî jiyana xwe ji dest dan
 
Di qezaya otobusê ya Kenyayê de 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî polîsan otobus ji paytext Naîrobî ber bi Kakmegoyê ve diçû û 52 rêwî têde bûn.
 
Têkildarî sedemê qezayê tu agahiyên zelal bidest neketin.
 
Li gorî îstarîstikên  fermî li Kenyayê nêzî 3000 kes di nava salê de li ser rêyan dimirin lê li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev hêjmar ser 12 hezarî re ye.
 
Meha Kanûna 2017’an jî li rojhilatê welat qemyon û otobus li hev qelibîbûn û 36 kes mirîbûn.