Tenîsvan Serena Wilams bal kişand ser pençeşêra memikan

  • 12:18 1 Cotmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tenîsvana ABD'yî Serena Williams ji bo balê bikşîne ser nexweşiya pençeşêra memikan li ser hesabê xwe ya medyaya civakî videoyek parve kir. Serenayê di videoyê de strana bi navê "I Touch Myself" (Ez dest bi xwe didim) got.
 
Tenîsvana ABD'yî Serena Williams ji bo balê bikşîne ser nexweşiya pençeşêra memikan li ser hesabê xwe ya medyaya civakî videoyek parve kir. Serenayê di videoyê de strana bi navê "I Touch Myself" (Ez dest bi xwe didim) got. Di videoyê de bi aweyekî tazî strana xwe got. Serenayê da zanîn ku divê jin bi rêk û pêk kontrola xwe ya memikan bikin.  
 
Her wiha Serenayê bal kişand ser teşhisa zû û wiha got:"Teşhîsa zû dikare jiyana mirovan rizgar bike. Min xwest ku ez vê yekê bi bîr bînim. Ez hêvî dikim ku bi vê helwesta xwe ez bibim alîkar. Xwediyê strana "I Touch Myself" jî ji ber nexweşiya memikan jiyana xwe ji dest da. "