Yemen bi birçîbûnê re rû bi rû ye

  • 14:36 22 Îlon 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku rêxistinên navdewletî dê di şerê xwe yê li hemberî birçbûnê li Yemenê de têk biçin.
 
Cîgirê sekreterê giştî yê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Mark Lawlock duh di civîna Konseya Ewlekariyê de wiha got: "Em ê di şerê xwe yê li hemberî birçîbûnê yê li Yemenê de têk biçin."
 
Mark her wiha anî ziman ku gelek herêm hene ku bi rastî di rewşa birçîbûnê de ne, hin kes hene pelên daran dixwin, ji ber ku tu cure xwarin nîn in.
 
Mark destnîşan kir ku di rewşa çend hefteyên derbasbûyî de cihê fikarê ye ku krîz kûrtir bibe ku ne mimkun e rê li ber windahiyên canî were girtin.
 
Mark banga girtina tedbîrên pêwîst kir, da ku îstîqrara aborî pêk were û hemû bender vekirî bin.
 
Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê duh înê li ser daxwaza Brîtanyayê civînek der barê aloziya Yemenê de li dar xist. Li gorî raporan, 3,5 milyon kes bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne.