Ji bo balkişandina li ser ekolojîyê 'li dibistanê grev'

  • 12:43 6 Îlon 2018
  • Cîhan
NAVNEDA NÛÇEYAN - Li Swêdê xwendekara bi navê Gerta Thunberg, piştî demsala havînê ya germ ji bo ku balê bikişîne ser karasetên xwezayî û rayedaran bike tevgerê li ber parlamentoyê dest bi greva dibistanê kir.
 
Rojnameya Îngilistanê The Guardîan di reportajeke ku bi sernavê "Zaroka 15 salî ya Swêdî ji bo ku krîza demsalî bê bê çareserkirin dibistanê boykot dike" bal kişand ser çalakiya zaroka Swêdî ya ku piştî demsala havînê ya germ ji bo ku rayedaran bike tevgerê dest bi çalakiya runiştiyê ya bi navê 'Greva dibistanê' li ber parlamentoyê. Çalakiy protestoyî ya Garetayê, bala hemû Swêdiyên ku bi havîneke herî germ re rûbirû man û ev germahî bû sedema şewata daristanan kişand ser xwe. 
 
'Hun mirovên mezin...'
 
Gareta di reportaja xwe de wiha got: "Ger ku kesên siyasetmedar wê guh nedin kerastên bi vî rengî çi ma em li dibistanê ji bo ku tiştekî hîn bibin ewqes zahmetî dikişînin?" Garetayê diyar kir ku ew ê heta 9'ê Îlonê neçe dibistanê û li ber parlamentoya li Stockholmê çalakiya xwe berdewam bike.