Li Meksîkayê komkujiya kûsiyan

  • 09:45 29 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ber peravê Meksîkayê 300 kûsiyên behrê bi tora masîvanan aliqîn û mirin. 
 
Li ber peravê Oaxacayê yê Başûrê Meksîkayê 300 kûsiyên behrê ji hêkên xwe dînin bi tora masîvanan aliqîn û mirin. Ev kûsiyên kesk her sal di mehên Hezîran û Îlonê de ji bo hêkê xwe dînin tên peravê û ev kûsîna nifşên wan ber bi tunebûnê ve diçe. 
 
Li Meksîkayê kesên ku kûsiyan dikujin ceza li wan tê birîn.