Rûyê qirêj ê şer: Kampa Penaberan a Moriyayê

  • 14:36 28 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Penaberan a Moriyayê ya li Grava Mîdîlliyê, ku tundî û êrîşa zayendî di lutkeyê de ye, hat aşkerakirin ku ji ber vê rewşa xirab zarok ber bi întîharê ve tên dafdan.
 
Hat ragihandin ku li Kampa Penaberan a Moriyayê ya li Grava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê tundî û êrîşa zayendî di lutkeyê de ye û zarokên ku temenê wan herî zêde li dora 10 salî de ne jî ji ber tundiya tê kirin ber bi întîharê ve tên dafdan. Li gorî nûçeya di BBC' ê de hat weşandin, saziyên alîkariyê, rewşa li Morîayê ku roj bi roj xirabtir dibe şermezar dikin. Li gorî Doktorên Sînornenas (MSF) jî hat ragihadin ku ji 70 kesî re tuvaletek dikeve û ji her derê jî bîhna pîs ya ava ne parzinandî tê.
 
MSF'ê, tişta tê jiyîn şermezar kiriye û kamp terikandiyê, lê piştre ji ber pêdiviyê li derveyî kampê saziyeke tendirûstiyê ava kiriye.  Li koordînatorên MSF'ê yên Mîdîlliyê Luca Fotana wiha got: "Em dixwazin ku demek berî bi demekê em van zarokan bişînin Atînayê lê ev daxwaza me nayê bicihanîn. Zarok hîna li vir tên girtin."
 
Li moriayê 8 hezar penaber hene
 
Hat aşkerakirin ku hin penaber li kulubên seyar hatine bicihkirin, kesên ku bi awayê fermî cihê wan li kampê tune ye jî xwe li kon û tenteyên li kampê girtin. Li hermaleke ji kon herî kêm 17 kes hatiye bicihkirin, kampa ku li her konekî wê  4 malbat hatine bicihkirin ji ber hejmara zêde her ku diçe li derdora bejahî belav dibe.  MSF'ê diyar kir ku li morîaya herî zêde cihê 3 hezar kesî lê heye niha 8 hezar koçber lê dimîne.
 
Tundiya li kampê her ku diçe zêde dibe. Di meha gulanê de ji ber raghêşiya di navbera kurd û ereban de gelek penaberên kurd ji mecbûrî kamp terikandibûn.
 
Di nava zarokên li kampê de, ji ber şert û mercên nebaş yên paqijiyê nexweşiyên çerm û ji ber pevçûnên li kampê gaza îsotê ku polîs divêjin nexweşiya bîhnçikandinê her ku diçe belav dibe.
 
'Zarokên me nikarin razên'
 
Jina bi navê Sara Khan a Afganistanî jî wiha got: "Em 24 saetên rojê zarokên xwe amade dikin ku em ji kampê birevin. Ji ber tundiya li kampê zarokên me nikarin razên." Sara di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku malbata wê ji sibe heta êvarê di dora xwarinê de dimîne û bi şev jî ji tirsa ku ew ê şer derkeve heta sibehê hişyar dimînin.
 
Daykeke ku pitika wê ya 12 mehî heye û li kampê dimîne jî diyar dike ku li erdê pîsî heye.
 
Kampa ku di sala 2015'an de hatiye avakirin wekî derbaseka penaberan a ji bo çend rojan deriyê xwe vekiribûn.  Kampa ku di bin rêveberiya hikûmeta Yewnanistanê de ye jî zêde qlebalixe ji ber ku Yewnanistan di çarçoveya sînorkirina DYA'yê de penaberan li giran dihêle.