Nesrîn Sutude ket greva birçîbûnê

  • 15:27 27 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta mafên jinan a navdar û parêzera mafên mirovan Nesrin Sutude ragihand ku ew li girtîgehê ketiye greva birçîbûnê.
 
Aktivîsta mafên jinan a navdar û parêzera mafên mirovan Nesrin Sutude ragihand ku ew li girtîgeha Evînê ketiye greva birçîbûnê. Daxuyaniya Nesrînê bi parêzkariya xwe ya mafê jinan û dijberî îdamê tê nasîn, li ser medyaya civakî hat parvekirin. 
 
Nesrînê di peyama xwe de wiha got:"
 
"Ji ber hevdîtinên ku min bi rayedaran kir bê encam man û ji bo ez zextên ku li ser malbat, xizm û hevalên min tên kirin ji 25'ê Tebaxê vir de min dest bi greva birçîbûnê kir. Bi hêviya ku li Îranê hiqûq û edalet bê avakirin.