Li ABD'ê agir bi avahiyakê ket: Jê 6 zarok 8 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:45 27 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ABD'ê agir bi avahiyekê ket û ji heman malbatê jê 6 zarok 8 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Bajarê Chicago yê ABD'ê do saetên serê sibehê agir bi avahiyekê ket. Di encamê de herî kêm jê 6 zarok 8 kesî jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li gor nûçeya Cihicago Tribuneyê li herêma Little Villageyê agir bi avahiya 3 qatî ket û vî agirî xwe gihaşt avahiyên din jî. 
 
Peywirdarên agirkujê anî ziman ku di avahiya ku agir pê ketiye dedektora dûmanê tuneye. Navê zarokên ku jiyana xwe ji dest dan nehat diyarkirin. Teşkîlata agirkujê anî ziman ku zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne. 
 
Sedema agir nehat diyarkirin.