NY'ê dest bi lêkolîna sûcên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan kir

  • 14:44 24 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi lêkolîna komkujî û îşkenceya ku çeteyên DAÎŞ'ê li Kurdên Êzidî û gelê sivîl ê li Iraqê kiriye, kir.
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wan derbarê sûcên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê û bi taybet jî li hember civaka Êzidî kiriye lêkolîn bikin. Biryar par bi yekdengî hatibû pejirandin. Lêkolîn di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de dest pê kiriye.
 
Nameya ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres roja 17'ê Tebaxê şand Konseya Ewlekariyê, doh hate eşkerekirin. Di nameyê de hate ragihandin ku karê lêpirsînerên Neteweyên Yekbûyî yên li ser sûcên çeteyên DAÎŞ'ê li dijî Êzidiyên li Şengalê û gelê li Iraqê kiriye, wê piştî 3 rojan dest ê bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku lêkolînê roja 20'ê Tebaxê dest pê kiriye.
 
Gûterres di nameya xwe de diyar kir ku tîma lêpirsînê bi pêşengiya yek ji parêzerên pispor ê Brîtanyayî Karîm Asad Ahmed Khan de dest pê kiriye.