11 zarokên li ABD'ê yên windayî hatin dîtin

  • 09:16 6 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta New Mexico 11 zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 15 salî de hatin dîtin. 
 
Li Eyaleta New Mexico 11 zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 15 salî de hatin dîtin. Zarokên ku li malek xerab hatin dîtin hat hînbûn ku bi rojan birçî mane. Piştî peyama zarokan a "Em tî û birçîne" zarok hatin dîtin. Nayê zanîn ku ev zarokana çawa hatine wir.
 
Polîsan diyar kirin ku cihê ku zarok lê bûn qet li wir ava vexwarinê tunebûye û wekî xwarin jî tenê 2 kartol û qutiyek birinc hebûye. 
 
Siraj Wahhaj ê ku bi revandina zarokê 3 salî dihat sûcdarkirin hat binçavkirin. 11 zarok ji aliyê xizmetên civakî ve hatin parastin.