Ahed Tamîmî hat berdan

  • 10:46 29 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ahed Tamîmî ya filistînî û dayika wê Nerîman Tamîmî ku li aliyê leşkerên Israîlê ve hatibûn girtin hatin berdan.
 
Ahetd Tamîmî ya filstînî û dayika wê Nerîman Tamîmî ku di encama serdegitina mala xwe de ji aliyê leşkerên Israîlê ve hatin binçavkirin û gitin ku ev 7 mehin di girtîgeha leşkerî de dihatin giritn hatin berdan.  Ahed û dayika wê Nerîman vê sibehê  li herêma di bin dagirkirinê de Şerîaya Rojava li bajarê Ramallahê hatin berdan.