Li Yewnanistanê şewata daristanê

  • 10:10 24 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama ku li Rojhilatê Attîkayê derket de bi hezaran donim qada daristanê bû xwelî. Di şewata ku 24 kesî jiyana xwe ji dest da  de 25 jê birîndarên giran 88 kes jî birîndar bû.
 
Li qada daristanê ya Rojhilatê Atîkayê şewat derket. Di encama şewat ku ji ber bayê bi lez belva bû de 24 kesî jiyana xwe ji dest da 25 kes jê giran bi giştî 88 kes jî birîndar bû.  Agirê ku neket bin kontirolê gîha wargehên jiyanê. Tîmên agirkujê  xwestin ku mal bên valakirin. Piştî ku şewatê xwe gîha xanî û wesayitan tîmên agirkujê dest bi valakirina xaniyan kirin. 
 
Welatiyên ku malên xwe terk kirin û li peravê rawestiyan ji aliyê botên ewlehiya pervê ve û bi sandalên taybet birin Bendera Rafîna. Herwiha hat diyarkirin ku gelek kes jî winda ne.