Her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin rîska ‘sunetê’ de ne

  • 09:12 24 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên Afrîka û Rojhilata Navîn de her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin navê ‘kevneşopiyê’ de di bin xetereya ‘sunetê’ de ne. Ev pêkanîna di qada navneteweyî de wek binpêkirina maf tê qebûlkirin û herî zêde li Somaliyê tê jiyîn.
 
Li cîhanê bi taybet li welatên Afrîkayê jin û zarok di bin navê ‘sunetê’ de  îşkenceyê dibînin. Ev pêkanîna ku ne tibî ye, dema tê kirin, pirsgirêkên xwîna bi şîdet, avabûna kîst, enfeksiyon û di welîdînê de komplîkasyon dertên holê.
 
Li Afrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê li 30 welatî ji 200 mîlyonî zêdetir zarokên keç û jin rastî vê pêkanînê tên. Ev pêkanîn li ser zarokên di navbera 0-15 salî de tê kirin û gelek alî vê rewşê wek binpêkirina maf dibînin.
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di vê mijarê de xebatkarên tenduristiyê hişyar dikin ku vê pêkanînê nekin.
 
Wek binpêkirina maf tê qebûlkirin
 
Li qada navneteweyî ev pêkanîn wek binpêkirina maf tê qebûlkirin û piştî vê pêkanînê rê li ber gelek pisgirêkên tenduristiyê vedibe.
 
Kî di bin rîskê de ye
 
Tê texmînkirin ku her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin xetereya ‘sunetê’ de ne. Ev pêkanîn piranî li welatên Afrîka û Rojhilata Navîn tê dîtin. Hinek civak vê wek ‘rêbazên civakî’ qebûl dikin û der barê pêkanînê de di civakê de lêpirsînek nayê jiyîn.
 
Di bin navê ‘kevneşopiya çandî de’
 
Suneta ku di tu nivîsek olî de cih nagire, civak vê bi olê ve girêdayî dibînin û vê wek ‘kevneşopiya çandî’ qebûl dikin.
 
Berteka navneteweyî
 
WHO, Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Fona Nufusê ya Navneteweyî (UNFPA) di 1997’and e danezanek hevpar weşandin û ev pêkanîna mijara gotinê rexne kiribûn. Di nav biryarên hatibûn girtin de hatibû xwestin ku ev pêkanîn bi dawî bibe.
 
Herî zêde li Somaliyê tê jiyîn
 
Bi rêjeya ji sedî 98 ev pêkanîn li Somaliyê pêk tê.  Gîne ji sedî 96, Cîbutî ji sedî 93, Misir ji sedî 91, Erître û Malî ji sedî 89, Sudan û Sîerra Leone ji sedî 88, Gambiya û Burkîna Faso ji sedî 76, Etîyopya ji sedî 74 û Morîtanya jî ji sedî 69, lîberya ji sedî 66 e.