Li Somayê di bin navê 'sunettê' de zarok tên qetilkirin

  • 12:55 23 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Somaliyê zarokekê di bin navê "sunettê" de jiyana xwe ji dest da. Ev rewş diyar dike ku îşkenceyek bi çi rengî li zarok û jinan tên kirin. 
 
Li Somaliyê keçek 10 salî di bin navê "sunettê" de îşkence lê hat kirin û ji ber xwîna zêde jiyana xwe ji dest da. Li gor nûçeya BBC Tirkî bavê zaroka ku bi îşkenceyê hat qetilkirin ev yek wekî çanda xwe nirxand û got ku ew ji kesê ku sunnet pêk aniyê nabe gilîkar. 
 
Nûnerên nexweşxaneyê diyar kirin ku alavên sunnet pê hatiye kirin ne sterîl in û dibe ku ji ber vê yekê zaroka 10 salî jiyana xwe ji dest dabe. 
 
Li Somaliyê ji sedî 98 zarok û jin di bin navê "sunettê" de bi îşkenceyê rû bi rû dimînin. Li gor makeqanûna welatê Somalî sunnet qedexe ye lê kesên ku vî sûcî dikin jî nayên cezakirin.