Bi asîdê êrîşî pitika 3 salî hat kirin

  • 11:52 23 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îngilistanê bi asîdê êrîşî pitika 3 salî hat kirin. Li Îngilistanê êrîşên asîdê her ku diçe zê de dibien û fikarên derbarê êrîşên asîtî de jî zêde dibin.
 
Li bajarê Worcester ê Îngilistanê bi asîdî êrîş li pitika 3 salî hat kirin. Canê pitika ku li magazayê bi êrîşa asîdî rû bi rû ma bi giranî şewitî. Derbarê bûyerê de 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Rayedaran diyar kirin ku sedema êrîşa asîdî hîn diyar nebûye û gotin ku talûka jiyanê ya pitikê tuneye. 
 
Di salên dawî de êrîşên asîdê yên li Îngilistanê gelekî zêde bûne.