Li welatên ku ‘xesandina kîmyewî pêk hatiye’

  • 09:06 20 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê li dijî sûcên îstîsmara zayendî rêbaza ‘xesandina kîmyewÎ’ li hinek welatan bi armanca cezayê girtîgehê bê xistin tê bikaranîn û li hinek welatan jî wek rêbaza cezayê tê bikaranîn. Li Avutralya û Zelandaya Nû derket holê ku li sûcdarên ev pêkanîn kirine dîsa heman sûc kirine.
 
Li dijî îstîsmara zarokan li welatan rêbazên cuda tên bikaranîn. Li Tirkiyeyê jî di demên dawî de tê nîqaşkirin û li hinek welatan wek mudaxaleya cerahî tê bikaranîn. Li Arjantîn, Avustralya, Çek Cumhuriyetî, Danîmarka, Estonya, Hîndîstan, Moldova, Zelandaya Nû, Polonya, Başûrê Koreyê, Ispanya, Swîsre, Rûsya û Îsraîlê jî ji bo kêmkirina cezayên girtîgehê tê bikaranîn.
 
Welatên xesandina kîmyewî lê tê bikaranîn wiha ye:
 
Arjantîn
 
Rayedarên eyaleta Mendoza a Arjantînê di adara 2010’an de ji bo kêmkirina cezayên girtîgehê hat destpêkirin.
 
Avustralya
 
Li Avustralyayê jî rêbaza xesandina kîmyewî di 2010’an de dest pê kir û li mêrekî gumanbarê îstîsmara zayendî  hat pêkanîn. Lê wî mêrî piştre dîsa êrîşa zayendî pêk anî.
 
Îngîlîstan
 
Zanistê bi navê Alan Turîng ji ber tercîha wî zayendî di 1952’an de ji bo di girtîgehê de ranezê rêbaza xesandina kîmyewî lê hat ferzkirin. Her wiha di 30’ê Nîsana 2010’an de mêrekî 60 salî hewl da jinekê qetil bike û ji ber vê jî beşek cezayê wê xesandina kîmyewî bû.
 
Elmanya
 
Li Elmanyayê di 1960’an de doktoran  wek dermankirinê bi kar anî.
 
Portekîz
 
Li Portekîzê jî di 2008’an de li sê girtîgehan bernameya mudaxaleya ceribandinê pêk hat. 
 
Polonya
 
Li Polonyayê jî ev rêbaz di 25’ê îlona 2009’an de pêşkêşî parlamentoyê hat kirin û di 9’ê Hezîrana 2010’an de ket meriyetê. 
 
Moldova
 
Li dijî îstîsmarên zayendî rêbaza xesandina kîmyewî li Moldova jî pêk tê. Di 6’ê Adara 2012’an de pêşnûme hat pêşniyarkirin û di 2012’an de ket meriyetê.
 
Estonya
 
Li Estonyayê di 5’ê Hezîrana 2012’an de qanûnek ku destûr dida xesandina kîmyeî ya li hemberî sûcdarên îstîsmara zayendî hat derxistin.
 
Makedonya
 
Li Makedonyayê di 2013’an de ji bo li hemberî sûcdarên îstîsmara zayendî pêk bê prosedurek hat pêşxistin.
 
Hîndîstan
 
Li Hîndîstanê jî li dijî sûcdarên îstîsmara zayendî pêşnûmeyek hat amadekirin. Rayedarên hikûmetê pêşnûme amade kirin û guherînên hatine pêşniyarkirin li ber çavan derbas dikin.
 
Endonezya
 
Serokomarê Endonezyayê Joko Wîdodo di 2016’an de li dijî îstîsmara zayendî qanûna xesandina kîmhewî anî. 
 
Israîl
 
Li Israîlê jî ji bo pêşî li sûcên îstîsmara zayendî bê girtin pêkanîna xesandina kîmhewî di Gulana 2009’an de anî.
 
Zelandaya Nû
 
Li Zelandaya Nû ji bo xesandina kîmyewî dermanê Antîlîbîdînal di bin navê sîproteron asetati Androcur de tê firotin. 
 
Rûsya
 
Di 2011’an de pêşnûmeyek ji bo pêkanîna xesandina kîmyewî hat erêkirin.
 
Başûrê Koreyê
 
Xesandina kîmyewî ji Tîrmeha 2011’an heta niha pêk tê. 
 
DYA
 
Li 8 eyaletên DYA’yê li dijî kesên sûcên îstîsmara zayendî pêk aniye xesandina kîmyewî pêk tê. Li Kalîforniya, Florîda, Georgîa, Louîsîana, Montana, Oregon, Teksas û Wîsconsîn pêk tê.