Hejmara mirovên li Japonyayê derket 141 kesî

  • 11:16 10 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Japonyayê, hejmara mirovên ji ber karesatên xwezayî vê dawiyê mirin, herî kêm 141 kes e.
 
Li Japonyayê ji ber barana ku ji 5'ê Tîrmehê ve bê navber dibare lehî rabû û hezaz çêbû. Hejmara mirovên ji ber karesatên xwezayî mirin roj bi roj zêde dibe. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin hat aşkerakirin ku di lehiya rabû de 141 kesî jiyana xwe ji dest daye û li gorî kanala televîzyonê ya dewletê jî hat diyar kirin ku 63 kes jî winda ne.