Li Erebistana Siûdiyê qedexe rabû lê tundî berdewam e

  • 13:54 5 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Siûdiyê ku ji bo jinan qedexeya bikaranîna wesayitan berî bi demeke kurt hatibû rakirin, kesên ku li dijî vê pêkanînê derketin wesayita jinekê şewitandin.
 
Erebistana Siûdiyê welatê yekeane ku ji bo jinan qedexeya bikaranîna wesayitan lê dimeriyetê de bû, lê ev qedexe di 24'ê Hezîranê de hat bidawîkirin. Li gorî nûçeya ku di rojnameya Erebistana Siûdiyê ya bi navê Ukaz hat weşandin de hat diyarkirin ku li herêma Mekkeyê li bajarê El Cumumê wesayita jina bi navê Selma Şerîf ji aliyê kesên ku nexestin qedexe rabe ve hatiye şewitandin. Selmayê diyar kir ku kesên li dijî rakirina qedexeyê her roj ew tacîz kirin û piştre jî wesayita ku bi deyn ji xwe re sitendiye şewitandine. 
 
Selmaya ku wesayita wê hat şewitandin tişta jiya bi kameraya telefona xwe qeyd kiriye.