Jinên Îranê bi dansê rejîm şermezar kirin!

  • 12:23 2 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê jinên ku xwestin qanûnên rejîmê şermezar bikin, porê xwe vekirin û dans kirin.
 
Gelên Îranê dixwazin ku li rejîma xwe ya piştî 79 salan vegerin. Kesên ku di nava vê rejîma heyî de herî zêde rastî zextan û binpêkirinên mafan tên jin in. Ji ber ku li Îranê her ku rejîma heyî bi cih bûye û şûnde jin li hemû qadan rastî zext, qedexe û astengiyan tên.
 
Lê bi têkoşîna jinan her çend ku hin qedexe di demên dawîn de ji holê hatibin rakirin jî di qanûnan de hîna tu guhertin nehatiye kirin.  Jinên ku li dijî vê neheqiyê bi rêbazên cur bi cur li ber xwe didin vê carê jî bi armanca ku rejîmê şermezar bikin porê xwe vekirin û dans kirin.