Li Hindistanê li malekê 11 kes hat qetilkirin

  • 15:07 1 Tîrmeh 2018
  • Cîhan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li hindistanê di malekê de 7 4 mêr bi giştî 11 kes kuştî hat dîtin.

Li payitexê  Hindistanê Delhîya Nû li bajarokê Burarî vê sibehê li malekê ji malbatekê 11 cenaze hatin dîtin. Di daxuyaniya ku ji aliyê polîsên Hindistanê ve hat dayîn hat aşkerakirin ku çavên 10 cenazeyan girêdayî û bi tawanê ve elqandî hatine dîtin û yê jinekê jî li erdê hatiye dîtin.
 
Polîs diyar kir ku bi zorê ketine hundir û derbarê întîharê de tu delîl nehatine dîtin.
 
Derbarê bûyerê de polîs lêpirsîn da destpêkirin û cenaze jî ji bo otopsiyê hatin rêkirin.