Li Îranê jin bi întîharê re rûbirû tên hiştin

  • 13:44 22 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Îranê Tahran, Şîraz, Rafsancan û Ahvazê 4 jinên din bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Îrana ku li Rojhilata Navîn di nav weatên ku herî zêde întîrhar lê kirin de ye, 4 jinên din dîsa bi awayekî bi gûman întîhar kirin.  Li bajarên Îranê tahran, Şîraz, Rafsancan û Ahvazê derbarê jinên ku întîhar kirin de Ajansa Fermî a Îranê Rokna diyar kir ku rayedaran di 21'ê hezîranê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin li Eyalata Fars ê li bajarê Şîrazê zarokek din jî întîhar kiriye.
 
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku tenê li Farsê sala borî 348 kes bi întîharê re rûbirû hatine hiştin û ji van gelekên wan kesên temenê wan di navbera 15 û 45'an de diguhere ye.