Jin di mafê axê de wekheviyê dixwaze

  • 09:39 20 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê li gelek welatan mafê xwedîbûna axê ya jinan bi qanûnan tê astengkirin û li hinek welatan jî di qanûnan de bi awayekî wekhev cih digire.
 
Li Lîberyayê aktîvîstên jin di meha Nîsanê de ji bo Qanûna Mafê Xwediyê Axê protesto bike meşyan Qesra Serokomariyê. Aktîvîstên jin diyar kirin ku ji bo xurek û hebûnê bi dest bixin, ji axa bav û kalên xwe bi fikar in û bang li serok George Weah kirin ku mafê jinan biparêzin.
 
Jinan li dijî astengiyên hiqûqî yên li hemberî têdikoşin diyar dikin ku jinên nabin xwedî ax ne tenê ne. Jin dixwazin pêkanînên mafê axê yên ku mezinbûna aboriyê asteng dikin, bên sererastkirin. Dema mijar dibe xwediyê mal, li welat jin di qanûnan de ne wek hev in.
 
Li 39 welatan zarokên law li gorî zarokên keç zêdetir mîrateyê digirin. Qanûnên derbarê axê de di heman demê de rê li ber newekheviyê jî vedike. Li 8 welatên Afrîkayê xwediyên axê ji çaran yek jî ne jin e.  Li Latîn Amerîkayê rêjeya jinên xwediyê axê ye ji sedî 20 li Rojhilata Navîn û herêma Bakurê Afrîkayê jî ji sedî 5 e.
 
Li Bangladeş, Ekvator û Pakîstanê jî jî rewş heman e.  Mafê girtina axê ya jinan, ji xwedîbûn an jî unvana mal pir girîngtir e.
 
Her wiha li Ruandayê jî jinên ji bo kar krediyê bikşînin mafê wan ji sedî 12 ye. Li Nepalê qanûn di 2007’an de guherî û malên malbatê bi awayekî hevpar divê li zarokên keç û law bên parvekirin. Li Ekvatorê jî xwediyên erdan nîvê wê jin in.