Welatê ku herî zêde jin lê nayên xibtandin Tirkiye ye!

  • 15:37 17 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Saziya Istatistîkê ya YE'yê Eurostatê, Tirkiye welatê ku herî zêde jinên temenê wan di navbera 18 -24'an de nayên xebitandin û bê perwerde tên hiştin e
 
Li gorî Saziya Istatistîkê ya Yekitiya Ewropayê (YE)  Eurostatê ya derbarê ciwanên ku perwerde nedîtine de hat amadekirin, rewşa Tirkiyeyê li ber çavan hat raxistin.  Li gel welatên YE'yê, rêjeya perwerde û îstihdamê ya kesên temenê wan di navbera 18 -24'an de li Tirkiye, Karadag, Makedonya, Norveç , Îzlanda û Swêdê ya 2017'an hat lêkolînkirin.
 
Li gorî vê lêkolîna ku hat kirin di nava 34 welatan de welatê ku herî zêde ciwan û jin lê bê perwerde û betal tên hiştin Makedonya û Tirkiye ne. Li gorî rapora  Eurostatê Tirkiye di rêza 2'emîn de cih digire.