ÎLO-Li cîhanê 152 milyon zarok tên xebitandin

  • 11:30 12 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê 152 milyon zarok tên xebitandin. Ji vana 73 jê di karên talûke de dixebitin.
 
Rêxistina Xebitandinê ya Navneteweyî (ÎLO) bi boneya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Xebata Zarokan derbarê hejmara karkerên zarokan û şerd û mercê xebata wan de rapora 2017'an aşkere kir. Li gor raporê li cîhanê bi giştî di navbera temenê 5-17 de 152 milyon zarok dixebitin. Ji van zaroka jê 73 milyon di karên bi talûke de dixebitin. 
 
Li van daneyan li cîhanê ji her zarokan 10 jê dixebitin. Ji van zarokan 64 milyon jê keç in. Ji sedî 11,9 jî di sanayiyê de dixebitin. 
 
Karkerên zarok jê sedî 70,9 li zeviyan, ji sedî 17,2 li sektora xizmetê, ji sedî 11,9 jî li sektora sanayiyê tên xebitandin.
 
Karkerên zarok ên herî zêde li Afrîkayê ne. Li Afrîkayê 31 û nîv milyon zarok di karên bi talûke de dixebitin. 
 
Li Amerîkaya Başûr û Bakur 11 milyon zarokên kedkar hene. Li Ewropa û li Asyay Navîn 6 milyon zarokên karker hene.
 
Li welatên ereban milyonek zarokên karker hene. 
 
Li cihên ku pevçûn hene hejmar zêde dibe
 
Li gor rapora xebata zarokan li gor rewşa welat e. Li cihên ku pevçûn lê hene hejmara zarokên karker zêdetir e. 
 
Li gor raporê li welatên ku aboriya ne baş e zarokên karker zêdetir in lê li welatên pêşketî jî xebata zarokan a zêde balê dikişîne. Di raporê de banga lezgîn li saziyên navneteweyî, ji bo zêdebûna karkerên zarok tê kirin ku ji bo ev hejmar kêm bibe gav bê avêtin.