Li Meksikayê di 24 saetan de 3 jinên siyasetmedar hatin qetilkirin

  • 12:17 4 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksikayê berî hilbijartinên meha îlonê, piştî qetilkirina 100 namzetan di 24 saetên dawiyê de 3 jinên siyasetmedar hatin qetilkirin. 
 
Berî hilbijartinên ku dê di meha îlonê de li Meksîkayê bê çêkirin 110 namzet hatin qetilkirin. Di 24 saetên dawî de hat hînbûn ku 3 namzetên jin hatin qetilkirin. Li gor nûçeya Sol Haberê hat hînbûn endama Patiya Sazûmankar a Şoreşger (PRI) Pamela Teran, ajokar û wênekêşê wê di wesayetê hatin qetilkirin. Her wiha namzeta Partiya Kesk a Ekolojistê Meksîkayê Puebla Juana û Erika Cazares piştî serdana hilbijartinê ya li Jopalayê hatin kuştin. 
 
Hat diyarkirin ku qetilkirina namzetan siyasî ye.