Li Arikanê bi piranî jin nêzî 100 kesên sivîl hatin qetilkirin

  • 12:04 23 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxisstina Efûyê ya Navneteweyî , diyar kir ku ji aliyê endamên ARSA’yê ve di sala 2017’an de di êrîşa ku hat kirin de 10 jê jin 23 zarok nêzî 100 kesên sivîl hatine qetilkirin.
 
Rêxsitina Efûyê ya Navneteweyî,  di hevdîtinên ku bi penaberên li Bangladeşê  û  li eyaleta Arakanê kir  de re kir  kir rapor û weşand. Li gorî nûçeya k udi BBC’ê di beşa tirkî de hat weşandin, di raporê de îdia kir ku ji aliyê Artêşa Rohîngya ya Rizgariya Arakanê  (ARSA)  ve di sala 2017’an de di encma êrîşên ku hatin kirin de nêzî 100 kesên sivîl hedf hatine girtin. Lê rêxistina ku dibêje “ Em li gorî  rêgeza xweparastinê li dijî zilma dewletê li ber xwe didin” van îdiayan red dike. 
 
Berdewamiya raporê wiha ye:  “Di encama vê çalakiya hovane û bê wate de,  endamên ARSA’yê bi dehan jinên hîndu, mêr, û zarok girtine û piştre jî li derveyî gundên wan ew înfazkirin.”  Herwiha di berdewamiya raporê de hat îdakirin ku ARSA’yê di van komkujiyan de  20 jê mêr , 10  jin, û 14 zarokên temenê wan ji heştalî  biçûktir  bi giştî 23 zarok qetil kirine.
 
Di raporê de hat ragihandin ku di heman rojê de li  dijî gundê cîran ê ku dîsa Hîndu lê diman êrîş hatiye kirin û di encma vê êrîşlê de bi giştî 99 kesî jiyana xwe ji dest daye.