Li Fransayê jin herî zêde di wesayetên giştî de tên tacîzkirin

  • 10:29 13 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor lêkolînek li Fransayê hat kirin jin li kuçe û di wesayetên giştî de bi tacîza zayendî û helwestên ku rûmeta mirov dişkîne rû bi rû dimînin. 
 
Li gor anketa şirketa Ifopê ya li Fransayê bi jinan re hat çêkirin, gelek jin hem li kuçeyan hem jî di wesayetên giştî de, bi tacîza zayendî û helwestên ku rûmeta mirov dişkîne rû bi rû dimînin. 
Li gor anketê ji dehan heştê jinan yan li kuçeyan an jî di wesayetên giştî de bi cureyên cuda bi îstismara zayendî rû bi rû dimînin û êrîş li wan tê kirin. 
 
Her wiha ji sedî 26 jin di 12 mehên dawî de herî kêm carekê bi tacîza zayendî rû bi rû mane. Ji sedî 55'ê wan jî anîn ziman ku berî ji salekê zêdetir hatine tacîzkirin. Jinên ku beşdarî anketê bûn bal kişandin ser cureyên tacîzê yên ku li kuçeyan û li wesayetên giştî tên jiyîn. 
 
Hinek jin bi tacîza gotinê hinek jî bi tacîza nêrînê rû bi rû dimînin. Ev herdu cureyên tacîzê ji sedî 68'ê jinan hedef girtiye. Ji sedî 68 beşek jî bi pîspîskên ku lê dikeve û bi nêrînên ku mirov tacîz dike rû bi rû dimînin. Ji sedî 32 jî bi tevgerên dest û piyan ên ku tên wateya tacîza zayendî, tên tacîzkirin. Ji sedî 8'ê jinan jî anîn ziman ku ew bi êrîşa zayendî rû bi rû dimînin. Li gor anketê jinên ku di wesayetên giştî tên tacîzkirin hejmara wan ji sedî 38, yên ku li kuçeyan tên tacîzkirin jî hejmara wan ji sedî 21 in. 
 
Li gor anketan jinên ku mecbûr dimînin ku li wesayetên giştî siwar bibin û di warê aborî de rewşa wan ne baş e bêtir hedef tên girtin. 
 
Li gor anketê jinên ku herî zêde bi tacîzê rû bi rû dimînin ên li bajarên mezin in, temenê wan di bin 25'an de ne û rewşa wan a aborî ne baş in.