Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin

  • 11:54 23 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, ji ber serêşeke dijwar xwestiye biçe cem doktor, lê daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.
 
Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya Tehranê ku lê tê ragirtin pirsgirêkên tendirustî dijî. Hat zanîn ku daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.
 
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Pexşan Ezîzî bi êşek giran a serêşê re rû bi rû maye û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîşk."