Li Afganîstanê dibistana xwendekarên jin hat şewitandin

  • 12:26 13 Nîsan 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zabul a girêdeyî Efganîstanê dibistanek jinan ji aliye kesên nenas ve hat şewitandin.
 
 Li Efganistanê duh li parêzgeha Zabulê, dibistaneke keçan ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin. Tê gotin ku piştî ev dibistan hat şewitandin, hemû belgeyên îdarî û pirtûkên tê de jî hatin şewitandin.
 
Heya niha ji aliyê Talîbanê ve derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.